Divê Kurd hemû di vê prosesê de li dora Barzani bicivin!

Nivîskar/Ronemevan, Abit Gurses bersiva pirsa Rojevakurd da û got: Divê Serokê Kurdistanê aliyên serxwebûnxwaz bikaribin bê referandum jî serxwebûna Kurdistanê rabighînin (îlan) bikin! Pirs: Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin? Abit Gurses Rewşa Iraqê, Rojhilatanavîn û Cîhanê ji bo serxwebûna Kurdistanê guncaw (musaid) e!Di rewşa îro da çarenûs û pêşeroja her sê parçeyên Kurdistanê bi serketina gava serxwebûna Kurdistana Başûr va girêdayî ye!Milletê Kurd ji gellek milletan zêdetir ji bo azadi û serxwebûnê qurbanî daye û serxwebûn mafekî rawa yê milletê Kurd e!Divê em nehêlin ev rewşa (momenta) zêrîn û dîrokî ji ber nakokiyên navxweyî ji destê me herê!Di vê prosesê da rola birêz Mesud Barzanî pir giring e! Her çend dema serokatiya kak Mesud bi avakî meşru nehatiba dirêjkirin jî ew fiîlen Serokê Kurdistanê ye û pêşengiya îradeya prosesa serxwebûnê li ser milên wî ne! Divê Kurd hemmû di vê prosesê de li dora wî bicivin!Di rewşa iro da xwezî parlamentoya Kurdistanê aktif û yek deng baya!Xwezî hêzên siyasi hesabên biçûk danibana alîyekî, li ser prosesa serxwebûnê li hev bikirana!Xwezi hemmû etrafên siyasi li ser prosesa serxwebûnê yek deng yek nefes bûbana!Dîmena giştî (manzarayi umumi) ya siyai li Başûr ne baş e, ne xweş e… Di gel vê jî divê Kurd bê hêvî nebin, dev ji gava serxwebûnê bernedin!!!İro ne roja siyaseta partiyan û kûrkirin û tûjkirina nakokiyên partiyan e!İro ne roja guhdarikirina dewletên dagîrker û pêkanîna daxwaz û planên wan e!İro ne roja tûjkirin, gurrkirin û kûrkirina nakokiyên heremî, olî, siyasi ne!İro ne roja xurandina birînên qaşûlgirtî û rewenşa wan birînên bê îflah e!İro roja yekitiya Kurd û Kurdistanîyan e!Bi raya min, hevalbendên hemmû partiyên siyasi û piraniya milletê Kurd li Başûr ji bo serxwebûna Kurdistanê amade ne. Hin mîhraqên siyasi bi demagojiyên beradayî dixwazin ve prosesê provoke bikin, pûç bikin! Divê her Kurdekî welatparêz li hember wan mîhraqên têkder (sekter, texribkar) helwestên pêwist deyne! Ji îro pê da eger li Kurdistana Başûr nakoki, dijayeti hebin, çêbin  jî divê li ser esasê serxwebûnxwaz û nexwazan de be, ne li ser hesabên partiyan!Ew ’’îstîqrar û aramiya’’ sexte ku li Rojhilata Navîn sed sal berê li ser esasê parvekirin û bindestkirina milletê Kurd û welatê Kurdistanê ve hatiye avakirin divê têk herê!Têkbirina statûya koledariya Kurd û Kurdistaniyan vatiniya (wezifa) her Kurdek e!Bi çi armanc û mebestê dibê bila bibe, parastina statukoya (rewşa heyî) îro ne di berjewendiya milletê me da ye!Bêguman organîzekirina referandumekî demokratîk û şeffaf ji bo serxwebûna Başûr gavekî giring e! Encama referandumekî demokratîk di destê serokatiya Kurdistanê da be li ber raya giştî ya Cîhanê dê helwest û daxwaza Kurdan bi hêztir bike; Lê eger hat hin aktorên heremî û nokerên wan vê prosesê provoke kirin, rê nedan referandûmekî aram û ewle çêbe, divê Serokê Kurdistanê aliyên serxwebûnxwaz bikaribin bê referandum jî serxwebûna Kurdistanê rabighînin (îlan) bikin!Li ser rûyê vê dinyayê nehatiye dîtin ku milletekî bindest di prosesa azadi û serxwebûnê de sedî sed li hev kiri be. Ev yek li Kurdistanê da jî nayê guhertin. Bê guman hin etraf dê bi mahaneyên pir ecêb li hember serxwebûnê derkevin, lê çênabe Kurd dev ji vê gava dîrokî û çarenûsaz berdin!Divê her Kurdekî welatperwer û serxwebûnxwaz mil bide îradeya serxwebûna Kurdistana Başûr. Ji ber ku dê pêşeroja (qedera) me li Başûr tayîn bibe!   

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: