CîhanCivak

Serokweîzê Kurdistanê pîrozbayî li Nadiye Murad kir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li xanima Nadiya Murad kir.Nadiya Murad keça kurd wek nûnêrê Neteweyên Yekbûyî(NY) li Iraqê hate destnîşankirin.Li ser vê bûyerê Nêçîrvan Barzanî bi germî pîrozbahî li Nadiya murad kir. Peyama ku Barzanî ji xanima nadiya murad re rêkirî.nadiya-muradXanima birêz Nadiye Murad Silav û rêz Ez gelek kêfxweş bûm bi destnîşankirina we weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî, bi vê helkevtê ve ez ji dil ve pîrozbayî li we dikim, hêviya serkevtinê bo erkê we dixwazim, ez û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyekê em amade ne, hemû piştgiriyên pêwîst pêşkêşî we û kar û erkên we bikim. Destnîşankirina we weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî, nîşaneya hevsozî û piştevaniya navdewletî bo xwîşk û birayên me yên Êzidî ye, herwiha cihê şanaziyê bo hemû Êzidiyan û tevahiya Kurdistanê ye. Hêvîdarim ku ev erkê we bibe piştevaniyeke din bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dostên Êzidiyan, ku cenosîda li dijî xwîşk û birayên me yên Êzidî û pêkhatyeên din ên olî û netewî hatiye kirin, da ku ji aliyê civaka navdewletî ve weke cenosîd were naskirin. Careke din ez ji dil ve spasiya we dikim, hemû piştgirî û piştevaniya xwe jî bo we û serkevtina erka we dubare dikim. Nêçîrvan Barzanî 

Back to top button