CîhanPolîtîk

Qonaxa piştî azadkirina Mûsilê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Antony Blinken cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê û şandeya pê re ku, ji Bret Macgurg nûnerê taybetiyê Barak Obama bo karûbarên hevpeyamaniya şerê dijî DAÎŞê,  Doglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îraqê, Ken Grus konsulê Amerîkayê li Hewlêrê û himareke rawêjkar û dipolmatkaran pêkatibû, kir.Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hijmareke berpirsên hikûmetê amade bûn, Blinken li hember serdanan bo Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û li ser navê hikûmeta Amerîkayê sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê kiriye, hewandine û xizmetgozariyên pêwîat jê re berdest kirine. Navborî diyar kir ku, di dema destpêkirina operasyona azadkirina bajarê Mûsilê û derdûra wê de pêşbînî tê kirin ku, gelek xelkê wan deveran ber bi Herêma Kurdistanê bên û ji ber vê yekê pêwîste civaka navdewletî hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê bike.Şandeya mêvan behsa mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê li hember terorîstên DAÎŞ û beşdariya pêşmerge di operasyona azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞ bi hevahengî digel hikûmeta Îraqê û hevpeyamanan kir.

Behsa têkeliyên navbera Amerîka û Herêma Kuridstanê hat kirin û şandeya Amerîkayê berheviya welatê xwe ji bo zêdetir xurtkirina wan têkeliyan di hemû waran de diyar kir û pirograma çaksaziyê/reforman ya hikûmeta Herêma Kurdistanî desrpêkirî bilind nirxadn û hêvî kir ku ew program bi awayekî serketî bi cî bibe.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê beşeke ji hevpaymaniya şerî dijî DAÎŞê û li ser xebatên xwe yên ji bona nehêlana gefên terorîstan berdewam dibe, bi taybetî di vê dawiyê de ku hevahengî û tîkeliyên baş di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal de heye. Barzanî got ku divê di warên din jî de têkelî û hevahengiyeke baş di navebra Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî di warê avadankirina wan deverên ji bin destê terorîstên DAÎŞ de tên azadkirin hebe.Serokwezîr diyar ku, Herêma Kurdistanê di vê rewşa tê de ye nikare koçber û penaberên zêdetir bihewîne û pêwîstî bi alîkariya civaka navdewletî û Îraqê heye daku bikaribe bi awayekî baş xizmeta wan koçber û penaberan yên ku ji ber operasyona azadkirina Mûsilê ber bi herêma Kuridtsnê tên bike.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re behsa serdanan xwe ya dawiyê ya bo Bexdayê û civînên bi serokwezîr û berpirsên balayên hikûmeta Îraqa federal re kir.

Back to top button