Nivîsar

Divê hêzên kurdî nebin palpiştên hêzên tarî

Di 12 hezîrana 2011 an de, hilbijartina ji bo pêkanîna parlamentoya Tirkîyê çêdibê. Di dema propagandeya hilbijartinê de serok û berpirsên partîyên sîyasî li Tirkîyê ji bo ku dengên xelkê berbi partîyên xwe de bikişînin li meydan û kolanên bajaran haha pesnên xwe didin û dev tavên ên himberî xwe. Kesên serbixwe jî di heman demê de ji bo ku xelk dengên xwe bidin wan , ew jî li gasîn û meydanan haha digerin, û di derbarê xizmeta gava ku bibin paralmenter mijûl dibim.

Partîyên sîyasî ên ku karibin karên berbiçav bikin û di parlamentoyê de bên hilbijartin, li gor lêkolînên ku ji alîyên hinek hevpar û dezgehan de tên kirin, AKP, CHP û MHP nin. Piştî kaseta ku yekanên MHP ê têde bi hawayekî nebaş hatin destnîşan kirin, rîsk heye ku dengên MHP dakevê bin sînorê ji sedî dehan. Ev jî fêdeyek gelekî mezin digihînê AKP ê. AKP dise dibê partîya helî mezin di parlamentoyê de û desthilatdarî dîse dikevê destên wê. Li gor texmînên lêkolînên hinek hevpar û dezgehan, AKP ji sedî 45-48 procentan, CHP ji 18- 21, kurdên serbixwe ji 7-8 prosentan wê dengan bi dest xwe bixin. Helbet ev hemî texmînin. Lê rastîyek heye ku AKP ji hema bihêztir e.

AKP partîya desthilatdarîyê ye û ji timamên partîya bêtir berpirsê birêvebirina Tirkîyê ye û gazin ji her kesî bêtir wê herin wê. Lê partîya CHP ê û MHP ê, du partîyên ku li dijî çareserkirina pirsa kurdin û gelekî jî jê dûrin. Ger CHP di programa xwe de doh jî û îro jî qala tiştna ji bo kurdan bikê jî, ji bêhêzbûna wê tê û bahwerîya xelkê kurd nema bi gotinên CHP ê tê. Ji ber partîya ku gelek salan bûye desthilatdar û dewleta Tirkîyê, li ser polîtîkayek ji bo tunekirina kurdan birêve birîye. Partîya Kemal Ataturk e. Riknê parastina tirkîtîyê ye. Di raperînên kurdan de metodên nemirovane bikar anîne. Gotina Bulent Ecevit, hê di bîra min deye. Ecevit, wisa digot: ”Di Tirkîyê de xelkek heye û ew xelk jî xelkê tirk e, tu xelkên din nînin” Kilicdaroglu di heman rêbazê de, di kudînê û di meşê.

Hêjî li Tirkîyê, hêzên tarî (ERGENEKON), jîtem gelekî bêhêz nebûnin. Di nava daîre û dezgehên bilind de hêjî henin. Herwekî ku berîya niha, ji bo kandîdatên serbixwe û bi taybetî jî ên BDP ê, biryara ku ji alîyê serokêYSK (Dezgeha Bilind A hilbijartinê) hat dan, di hişê me de hê taze ye. CHP bêyê van hêzên tarî, nikarê pirsa kurd bi vî hawayê û vekirî li meydanan bilêv bikê. Bahwerîya min bi wê tê ku Kemal Kilicdaroglu bi destûra van hêzan îro li meydanan vekirî hinekî qala pirsa kurdan dikê. Ji bo ku AKP ê bêhêz bikê, her kerta derew û xapandinê wê bikar bînê. Xurtbûna CHP ê xurtbûna hêzên tarî ye. Xurtbûna Kemalîzmê ye. Heger em li lîsteya partîya CHP ê meyze bikin, gelek kesên ku bi tewanbarîya endametîya ”ergenekonê” ku wek organîzasyonek terorê tê naskirin, kandîdatên parlamentoyê nin. Van kesan û gelek kesên din ên bi wan ve girêdayî, hinek hêjî di zîndanê de girtînin û hinek ji wan j î li dadgehê îfade dibin.

Generalê bi navê Veli Kuçuk ku ew jî di zîndanê deye, hevalê wan û yek ji sreokê wan ê helî bilind e. Veli Kucuk, bi sedan kurd kuştinin. Di sala 1981 komandarê tabûra Nisêbînê bû. Di wê salê de, min jî li dibistanekê bi navê Devrim Ilkokulu (Dibistana Şoreşê a seretayî) wek mamoste kar dikir. Ustêmenek, bi navê Cem Ersever hebû. Cem Ersever, peyê Veli Kucuk bû. Di nava jîtem û Ergenekonê debû. Helbet piştî ez hatim Swêdê û çêroka Jitemê û a Ergenekonê hat aşkerekirin, bêtir kirinên xwedîyê van navan hatin bîra min.

Sala 1981ê, Cem Ersever û bi mangak esker ve hat dibistana ku min lê kar dikir. Ez di derzê de bûm. Min dît teq,teq ji derîyê refa ku min têde derz dida hat. Min dît ku rektorê dibistanê ye. Rûyê wî zer û sipî bibû. Mirovekî gelekî baş bû. Navê wî Umit Akin bû. Bi dilekî bi keser ji min re got: Cem Ustêgmen hatîye dibistanê û te dixwazê. Mefera min a revê jî nema bû. Rabû ez çûm mezela rektorê dibistanê. Min dît ku Cem Ersever li wir rûniştî ye. Ji min re got: Ferman ji min re hatîye, ku ez te bibim. Çêrok dirê je. Veli Kucuk, derbên kuştinê li min dixistin, lê ez nemirim. Vî kesî li pişt tabûra Nisêbînê lexemek çêkiribû ku merev bi saxî dixistin wê lexemê, heta ku têde dimirin. Pişt re derdixistin û dibirin li cihnan nedîyar vedişartin. Ez dixwazim, bînim ser ku kesên xwedîyê rolên wisa lewitî îro jî hevalê CHPê nin û doh jî piştevanên partîya CHPê bûn. Hêzên kurd gerek tu caran nebin alîkarên partîyek ku ev hêzên tarî wê bireve dibin. Ji bo min gelekî seyr e ku li Colemergê, ji alîyê BDPê û bi helwestek alîkarîyê pêşewazîya CHPê kir.

Ez nabêjim AKP baş e û partîyên din ne başin. Lê pirsa kurdan wê bi çi hawayî di parlamentoyê de çaereser bibê. Kurd dibêjin ”Tiştan li moxila aqil xin” CHP, gelek, gelek 130 parlamenterî karibê bidest xînê. Kurd jî gelek, gelek 40 parlamenterî bila bi destxwe xînê. MHP jî bila bibê xwedîyê 60 parlamenterî di parlamentoyê de. Hejmara hersîyan ji bo guhertina makzagona Tirkîyê têrê nakê. Divê, 367 deng di parlamentoyê de hebin ji bo ku makzagon bê guhertin. Dîse moxila aqil, tifaqa bi AKP ê re ji bo guhertina makzagonê di parlamentoya Tirkîyê de bêtir maqûl dibînê. Kurd divê ji xwe re bin ne ji hinek din re. Gelekî giring e ku kurd dengên xwe bidin xwe û xebatê ji bo xurtbûna xwe bikin. Tifaq û tebayîya kurdan biserkevtina wan e.

 

Felemez Akad    

2011 05 31  Swêd

Back to top button