Kultur

Medya bi kurdî dengê miriya ye

Ji Avestakurd

Ş. Murad Elxeznewî: Di serhildana Qamişlo 2004 de dîwarê tirsê li Sûriyê hilweşiya

Avestakurd – Îro di gotina xwe ya di konferansa Intaliya de Şêx Murad Me”işûq Elxeznewî gotibû ku dîwarê tirsê li Sûriyê lehengên kurdan di serhildana Qamişlo 2004 de
hilweşandin û zêdetirî 30 şehîdî pêşkêş kirin.
Her weha Şêx Murad gotibû ku şoreşa ciwanên Sûriyê yên kurd û “ereb û hemî netewe û olan şoreşeke pîroze, û divê bi yek gotin û helwestê şoreşa xwe wek erkekî niştimanî bi rengekî aştiyane berdewam bikin.

Her wisa Avesta nûçeyek din wisa weşand:

Dengê Kurdan di Konferansa Antalya de bilind bû
Înayet Dîko ji Antalya dinivisîne: Kesayetiyên Kurd di konferansa Antalya de, bi şêweyekî berbiçav beşdaer bûn…
Konferans di bin ewlekariyeke tund de dest pê kir.
Kurdan di konferansê de li hev kirin ku mil bidin hev û bi şêweyekî yekgirtî û bi yekdengî di konferansê de xwedan yekhelwest bin.
Ji aliyê Kurd ve, kesayetiyên weke Selah Bedredîn, Cankurd, Abdulbasit Hemo, Şêx Murad Maşûq Xeznewî û gelek rewşenbîr û kesayetiyên din.
Her wiha ji Amerîka siyasetvan û parlamenterê berê di Parlamentoya Sûriyê de Mistefa Mihemed (Bavê Kurdo) amade bû.
Do konferansê de sloganên Weke AZADÎ, Sûriyê Kurd û Ereb… hatine avêtin.
Di Konferans gelek caran bi sloganên ku têkçûna rêjîma Sûriyê dixwazin hatine avêtin.

Dîsa ji Avesta:

Konferansa opsizyona Sûriyê îro li Intaliya destpêkir
Avestakurd – Îro 1-6-2011 an li bajarê Intaliya – Turkiya konferansa opsizyona Sûriyê dest bi karê xwe yê ji bo rewşa Sûriyê ya nû kir.
Hin kesayatiyên kurdên Sûriyê jî ji derveyê welat di konferans de beşdarbûne, wek:
Selah Bedredîn, Şêx Murad Me”işûq Elxeznewî, Can Kurd, Inayet Dîko, “Ebdilbasit Hemo, Mistefa Mihemed.

Malpera Sûriya Nû jî nûçeyek bi kurdî weşand, nûçe Lava Derwîş nivîsandiye:

Kongira rikberiya sûrî li Entalyayê bi sloganên dijî rejîmê dest pê kir

Sûriya Nû: Roja sêşemê rikberên sûrî li bajarê Entalyayê/Turkiye li hev kom bûn. Hate ragihandin ku beşdarbûna kesayetiyî û hin rêvebirên partîne kurdî(yên dervî welêt) di kogirê de balkêş bû, bi taybetî piştî boykotkirina her 12 parityên kurd ji vê kongirê re. Nûnerên tevgera biraderê misilman (Ixwan Elmuslimîn) , nûnerê dezgeha mafên mirov li Sûriye, çalakvan, rewşenbîr û hin serokêlên ereban beşdar bûn.

Îro çarşemê bi xulekekê bêdengî li ser rewanê şehîdan kongirê dest pê kir. Li gor kanala Orient, beşdaran di hundirê civînê de sloganên dijî rejîmê gotin û piştre karsazê sûrî Xesan Ebûd bi gotarekê destpêkirina civînê ragihand. Herweha hin beşdaran gotinê xwe xwendin û doza ruxandina rejîmê kirin.

Li gor agahiyên tv. ya Orient, kesên beşdar li hev kirin ku ew dijî destêkwerdana hêzên biyanî ne. Kesên di kongirê de beşdar û dema bihnvedanê daketin meydana otêla ku lê dimînin û xwepêşandaneke protestoyî bi sloganên dijî rejîmê , lidar xistin.

ev yek diyar dike bê çiqasî medya bi kurdî qels û lawaz e û nikare bi hesanî weşanê bi kurdî bike. Jixwe me ji vê yekê naskir ku kurd nûçeyan bi zimanê serdestan dixwînin û dişopînin û ne li bîra wan e ku rojekê ji rojan ajansan bi kurd damezirînin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek-gelek malperên kurdan bi erebî û tirkî nûçe di derbarê eynî nûçeyê de weşandin.

Mediakurd
Q.Ş

Balkêş e ?
Close
Back to top button