Şandeyeke parlamentoya Brîtaniyayê gihiştine Hewlêrê

Şandeyeke parlamenterên parlamentoya brîtaniyayê li ser vexwendina Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê û Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Londoinê, bi serdaneke fermî ku, dê şeş rojan dom bike, gihiştine Hewlêrê.

Li dor serdana heyeta parlamenterên brîtanî bo herêma Kurdistanê, Beyan samî Ebdulrehman nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya brîtaniyayê di daxuyaniyekê de got:
– Parlamenter û rawêkkarên parlamentoya Brîtaniyayê yên digel vê heyetê pira têkeliyên navbera Kurdistan û Brîtaniyayê ne. Ew xwe bi dostên gelê kurd dizanin û ji bo ber bi pêşvebirina pirosesa demokrasiyê li herêma Kurdistanê hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê dikdin. Ev şandeya parlamenterên brîtanî dê digel mezine berprisên herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin.

Heyeta parlamenter û rawêjkarên parlamentoya Brîtaniyayê div ê serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de dê digel Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê, Berhem Salih serokê hikûmetê, parlamenterên lîsteya Kurdistanî û alkiyên partiyên opozisyon, patiyên siyasî, rêxistin û komeleyên nehikûmî û civaka medenî, hijmareke wezîrên Kurdistanê, rêxistinên jinan, mediya û nûnerên andîkayên bazirganî pêkbînin.

Şandeya navborî di van civînên xwe dê pirsên weke; rola desthilat û opozisyonê di çespandina demokrasiyê de, têkeliyên navdewletî, bazirganî, çaksazî, jenosîda û çend mijarên din yên aktuel bi berprisên herêma Kurdistanê re gotûbêj bikin.

Ev heyete beşek ji grûpa parlamenterên birîtanî bo piştevaniya Kurdistanê ne

Nerîna min :