Nivîskarên tirk serdana Erdogan dinirxînin
Piştî referandûma 12ê îlonê cara dûwemîn serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan serdana Diyarbekir kir. Vê carê ji bo dengên partiya xwe li Diyarbekir zêdetir bike, xitabî nêzî 10 hezar kesî kir. Erdogan di vê serdana xwe de carek din rexne li BDP, MHP û CHPê girt.
Doh serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li Diyarbekir bû. Erdogan di nava ewlekariyek mezin de serdana Diyarbekir kir. Erdogan di mîtînga xwe ya Diyarbekir de rexneyên tund li BDPê girt û wekî terorîst, çete û eşqiya bi nav kir. Herwiha rexneya wê yekê li CHP, MHP û BDPê girt ku bi hevre tifaqî kirine û li dijî AKPê ketine nava hewldanan. Dîsan Erdogan gotinên xwe yên berê yên wekî; “Kurd û tirk birane, em hemû neviyên Selahedînê Eyûbî ne, qibleya me hemûyan yeke, me înkar û asîmlasyon bi dawî kir û pirsa kurd çareser kir dûbare kirin.” Erdogan di axaftinên xwe de îdia kir ku dergehê dikanan bi zorê tên girtin û gefan li wan dixwin.
Bi hatina Erdogan a Diyarbekir re esnafan dergehê dikanên xwe ne vekirin, li gelek navçe û taxên Diyarbekir, Erdogan bi awayek girseyî hat protestokirin. Herwiha berî ku mîtînga Erdogan dest pê bike, li nêzî meydana îstasyonê bombeyên dengî hatin teqandin û tirsek mezin dirûst kir.
Li ser mîtînga Erdogan gelek nivîskarên tirk di rojnameyên Tirkiyê de nêrînên xwe li ser çûna Erdogan a Diyarbekir diyar kirin. Nêrînên herdu nivîskarên Milliyetê, Hasan Cemal û Fîkret Bîla derbarê çûna Erdogan a bo Diyarbekir bi vî awayîne.
Hasan Cemal (Milliyet): Reftarê Erdogan ê Diyarbekir û aştî
Nivîskarê rojnameya Milliyetê Hasan Cemal derbarê serdana Erdogan a bo Diyarbekirê di gotara xwe ya îro de wiha dibêje:
– Zimanê axaftina Erdogan a li Diyarbekir ji bo aştiyê ne bes bû. Eger aştiyê dixwazin, şerte piştî 12ê hezîranê navbera AKP, CHP û BDPê de pira diyalogan bê avakirin.
– Ez li benda axaftinên mîtinga Erdogan rawestam, lê diyar bû wê çi bêje, min dikarî bêyî li bendê jî rawestim, ev nivîsandin nivîsandiban. Ji ber ne zêde zore ka wê serokê AKPê behsa çi bike. Wê rexne li BDP, PKK û Apo kiriban. Wê rexne li Kiliçdaroglu kiriban. Wê MHP kiriban armanc. Erdogan ev yek hemû kirin.
Cemal dibêje:
– Zimanê Erdogan ê ku li Meydana Îstasyonê hilbijartî, ne ewqas zimanê aştiyê bû. Belê behsa hinek rastiyan kir. Lê di navberê de ziman û axaftinên ku Erdogan bikaraniyîn, ji bo vekirina ‘rêya aştiyê’ ya li pêşiya pirsa kurd ne hêsan bû. Erdogan herî dawî zimanek tund û dijwar bikaranî. Zimanê ku Erdogan li Meydana Îstasyonê bikaraniyî ne zêde zimanê aştiyê bû.
– Dixwazim bi vê yekê bêjim: “Bi vî awayî êrişî BDPê kirin, bi vî awayî li dijî PKK û Ocalan tûj û reftarek giran bikaranîn, li başûrê rojhilat (bakûrê Kurdistanê) rêya aştiyê na veke û girêdana şidetê ya li gel pirsa Kurd jî qût nake.
Cemal herî dawî dibêje:
– Eger destûrek nû bê çêkirin, Erdogan û AKP bi tena serê xwe çênakin, ji ‘hevgirtinê’ zêdetir ti rê nîne. Ji bo li Tirkiyê rêya aştiyê bê vekirin, divê piştî hilbijartina 12ê hezîranê navbera Tayîb Erdogan, Kemal Kiliçdargolu û Ahmed Turk de bingehê lihevkirin û diyalogê bê çêkirin.
Fîkret Bîla (Milliyet): Erdogan, di fikire ku pirs di çarçoveyek mezin de hatiye çareserkirin.
Nivîskarê Milliyetê Fîkret Bîla derbarê serdana Erdogan a bo Diyarbekir dibêje:
– Encamên dawî yên axaftinên serokwezîr Erdogan, difikire ku di çarçoveyek mezin de pirs hatiye çareserkirin. Gotinên Erdogan ên 2005an ku di got: “Pirsa Kurd heye û wê hîn zêdetir bi demokrasiyê bê çareserkirin, dûh di vê mijarê de pêngavên hatîn avêtin û gotina; “Me di çarçoveyek mezin de çareser kir û di çareserkirinê de berdewamin” giring bû.
Erdogan derbarê ol de rexne li BDP û Ocalan girt. Dûbarekirina “Apo wekî pêximber îlankirine” û “Dibêjin olê kurdan Zerdeştî bû” dû hevokin ku hesasiyetên olî dixin tevgerê.
Fîkret Bîla di gotara xwe de dibêje:
– Sozên ji bo destûra bingehîn nîne. Erdogan, qet ne ket nav mijarên wekî, pêşniyarên BDP û PKKê yên wekî xweseriya demokratîk û di destûrê de daxwazên statuyê. Ev nêzîkatiya Erdogan, di eniya BDP û PKKê de tê wê wateyê ku ji pêşniyarên destûra bingehîn re girtîne. (Rûdaw)