Polîtîk

Swêdiyan doza daxîna benda hilbijartinê li Tirkî kirin!

Serokê parlemana Swêdê Per Westerberg:

–         Di parlemanê de şandeyeke me heye ku serdana hin welatan dike. Me xwest em îsal biçin Tirkî. Sedema ku me Tirkî hilbijart ew e ku, Tirkî serlêdana endametiya YE kiriye û parlemana Swêdê piştgiriya endamtiya Tirkî dike. Lê bi cî anîna hin şert û mercan ji Tirkî tê xwestin. Mebesta serlêdana me axavtin û dan û standina li ser van xalan e.

Westerberg armanca serlêdana Tirkî bi van gotinan tîne zimên û

radigihîne ku ti elaqê dema serdanê bi hilbijartinên Tirkî re nebû. Ji ber ku ev dem ji parlementerên Swêd re baş bû, daxwaz ji aliyê swêdiyan ve hatibû kirin ku serdan vêga pêk were.

Delegasyona Swêdî di serdana xwe de bi serokkomarê tirkî Abdullah Gul û serokê parlemana tirkî Mehmet Ali Şahîn re civîyan.

Berpirsa Grûba Sosyaldemokratan Carina Moberg diyar dike ku di civîna bi Şahîn re ku li meclisa tirkî pêk hat nûnerek din yê AK Partî û nûnerek CHPê jî bi wî re bûn. 

– Û ti mecala me nebû em bi nûnerên partiyên din bibînin, dibêje Carina Moberg. Bangî wan kiribûn me ew dîtin.

Berpirsê grûba Partiya Çep (Vänsterpartiet) Hans Lindé jî radigihîne ku ji bilî wan kesên ku Şahîn bi xwe re anîbûn wan ti siyasetvanên din nedîtine û lewra mecal çênebûye ku ew ti nûnerên Partiya Aştî û Demokrasiyê BDPê jî bibînin. – – Lê, piştî dih rojên din ji bo çavdêriya hilbijartinan ezê car din biçim û hingî ezê nûnerên BDP bînim, dibêje Hans Lindé

Ê baş e, di komcivîna navbera delegasyona ku ji parlamenterên Swêdî pêk dihat û siyasetvanên tirk de kîjan mijar hatin rojevê? Û ew li ser pirsa kurdî rawestiyane?

Carîna Moberg:

–         Bi Abdullah Gul re em li ser YE, Qibris û  pirsên kêmnetewan axivîn. Li ser guhertinên makzagonê jî gelek gotûbêj çêbûn.

Carîna Moberg herweha diyar dike ku wan pirsa beşdariya kêm ya jinan li Tirkî anîne zimên. Moberg got:

– Ji %9 parlamenterên Tirkî jin in û tenê du wezîrên jin hene û rêjeyek kêm ji jinan di karê fermî de ne. Me anî zimên ku wext hatiye êdî mirov rê bide jinan da ew jî di cî û karên pêşeng yên civakê de xuya bikin. Û me tecrûbeyên xwe yên Swêdê anîn zimên bê çawa jin di civînên biryarder yên civakê de cî digrin û behsa erêniya vê kir.

Derbarê makzagonê de jî Moberg dibêje:

–         Min baweriya xwe ya bi pêwistiya rêkkeftin û lihevhatineke berfireh anî zimên. Ez bawerim em bi piranî di heman fikrî de ne ku ji bo tevlîkirinek berfireh, dibe ku pêwistî bi referandûmekê hebe. Û zarûriyek eşkereye ku divê benda hilbijartinê ya bilind bê daxistin. 

Me wek aliyê Swêdî bal kişand ser ku eger benda hilbijartinê li Swêd ji %10 ba vêga ji dêla heşt partiyan tenê du partî wî di parlemana Swêdê de bin. Berpirsa grûba Swêdî Carîna Moberg dibêje wan ji tirkan re pir eşkere gotiye: ”Ev bend bilind e”.

Berpirsê grûba Partiya Çep, Hans Lindé jî diyar dike ku gelek gotûbêj li ser makzagonê, daxistina benda hilbijartinê, pirsa kurdî û demokrasiyê çêbûne.

– Wek mînak di gelek komcivînan de me mesela Muharrem Erbey ku ji ber axavtinek xwe ya di parlemana Swêdê kirî li Tirkî îro girtiye anî zimên.

Siyasetvanên Swêdî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî çi ji Tirkî dixwazin?

Hans Linde dibêje:

–         Dibe ku di nav partiyên swêdî de li ser vê babetê fikrên cuda hebin, lê ji bo min gelek berbiçav ku Tirkî zordestî û tadeyek mezin li kurdan dike. Di van salên dawî de wek mînak DTP hat qedexe kirin û gelek siyasetvanên kurd hatin girtin ku îro wek dozên KCK berdewam dikin. 

Yanî gelek zelal e ku heman mafê kurdan tine ku bîr û raya xwe bînin ziman û di jiyana siyasî de cî bigrin.

Belê gelek gotûbêj derbarê guhertinên makzagonê de hatin rojevê. Li ji rayedarên AK Partiyê bersivek zelal mirov nabihîze. Mesele min behsa sîstema hilbijartinê li tirkî kir û benda bilind ku li Tirkî heye. Û serokê parlemana Tirkî gote min ”Time will come for that”, ango dema wê dê bê û ev jî ne bersivek zelal e.  

Baş e gelo ji Tirkî tiştek tê famkirin. Projeya hukûmeta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî çi ye?

Hans Linde dibêje:

–         Nexêr, divê ez îtiraf bikim ku mirov bersivên xumamî û ku hevdû nagirin ji rayedarên tirk dibihîze. Wek mînak ji serokê parlemanê hat pirsîn bê tu danûstandinên dewleta Tirkî bi PKK û Öcalan re hene yan na. Serokê parlemana tirk da haşa û mandela û got: ”Tirkî ti caran bi terorîstan re bazarî nekiriye û wê neke. ” Lê herkes dizane ku dîalogek bi PKKê re û yekser bi Öcalan re heye ji bo çareserkirina pirsa kurdî.

”Yanî pir eşkere ye”, Hans Linde dibêje,  ”helwestek fermî ya rayedarên Tirk heye û helwestek jî veşartî û bincilik e. Lewra mirov nikare wêneyekî zelal yê rejima Tirkî bibîne”.

Li gor çapemeniya Tirk bi saloxan serokê meclisa Tirk Mehmet Ali Şahîn ji heyetê xwestiye ku Swêd li hember PKK gavên berbiçav bavêje. Şahîn çi gavavêtinên berbiçav li hemberî PKK ji Swêd xwestine û Swêd çi bersiv daye? Berpirsê grûba Partiya Çep Hans Linde:

–         Eger bi rastî mirov bêje li ser vê meselê bi serokê parlemanê re zêde nehate sekinandin. Gotina Şahîn bi xwe jî nezelalbû bê ew çi dixwaze lewra me ev bilêvkirin bêhtir wek xwestineke giştî dît. Em jî zêde ser nesekinîn.

Li ser heman îddîayên çapemeniya Tirk Carina Moberg jî got wê ferq nekiriye ku pirsek wiha hatiye rojevê. Eger qiseyek wiha hatibe kirin jî derveyî civînê bûye.
– Yanî behsa tiştek wiha nehat kirin?
– Na na.

SR – SVERIGESRADIO

http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=4536044

Back to top button