Teîb:Pêkanîna her herêmeke serbixwe bo madeya 140ê baştir e
Mueyed Teîb got, “ Pêkanîna herêmeke serbixwe li yek ji parêzgehên ku navçeyên arîşedar li xwe digirin, kar li ser bicihanîna madeya 140ê nake. Bi ya min berevajiya wê, pêkanîna her herêmeke serbixwe bo madeya 140ê baştir e û dê bicihanîna wê madeyê hêsantir bike çimkî wê demê dê tenê digel herêmeke serbixwe bê gotûbêjkirin.”
Yek ji parêzgehên ku hindek navçeyên arîşedar tê de hene û nîqaş li ser wê çendê tê kirin bibe herêmeke serbixwe, parêzgeha Selahadînê ye.
Ji bo çareserkirina pirsa navçeyên arîşedar maddeya 140ê hatiye danîn. Li gor vê madeyê pêwist e rewşa navçeyên arîşedar di sê qonaxan de bê asayîkirin. Destpêkê divê erebên ku Saddam anîne Kerkûkê û navçeyên din, vegerin ciyên xwe yên berê. Pişt re serjimêr bê kirin ka kî ereb, kurd û turkmen e derdikeve. Dawî jî wê referandum bê kirin û xelkê navçeyên nakokbar dê biryar bide ka dixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê an na.
Navçeyên arîşedar yên di navbera Hikûmeta Kurdistan û Iraqê de dikevin sinorên parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Diyale û Selahedînê.
(AKnews)