Polîtîk
Xwepêşandana Suryaniya
Organîzasyonên Suryanî li Swêdê xwepêşandanekî berfireh pêk dihênin. Daxuyaniya îro gihişte navenda me wisa ye:
Rejîma Suriyê ya beas li dijî Suryanî û gelên din qirkirin û pirkûjiyê pêk dihêne. Em weke gelê Suryanî ji bo nerazîbûna xwe bihênin zimên xwepêşandanekî li Stockholmê pêk dihênin. Em bi xêr hatina hemû kesan dikin ku, li dijî nijadperestî, qetlîam, girtin, windakirin û zextên rejîma Suriyê ne û ji bo avakirina sîtemek demokratî û wekheviyê li welêt dixwazin li welêt guhertin pêk bên.
Xwepêşandan li Mintorgeta Stockholmê, di 3 meha hezîranê saet 14.00-17.00 an de ye. Em weke Komîteya Amadekar ya Xwepêşandanê bixêrhatina we dikin.
EuroKurd News