Divê ENKS û TEVDEM li ser bernameyek Kurdistanî peymanekê dirust bikin
Rêving Hirorî bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Mixabin TEVDEMê bi mejîyê PKK kar kir û dike û dijatiyeke dijminkarane digel ENEKS û alîgirên wê kir û behane dane dest Tirkiyeyê ku pişitevanîyeka navdewletî wergire.
Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Rêving Hirorî: Belê bi dîtina min jî derfetek zêrîn ji bo kurdên Rojava hatîye pêş û hemî dema di ceng û qeyranên mezin da firset ji bo gelên bindest têne pêş, eger di nava xwe de yekrêz bin û xwedan îrade û bername û biriyareka xweserî bin dikarin li ser xaka xwe hindek mafên xwe bidestvebînin erger ne jî dibine qurbanî siyasetên pilanên hêzên navdewletî .
Gereke li pêşiya her tiştî kurdên Rojava wate, ENKS û TEVDEM li ser bernameyek Kurdistanî peymanekê dirust bikin:
- Dergehê danûstandinan digel rijêma Suriyê bi cidî vekin .
- Daxwaziyên wan di çarçovyê otonomî da bin di vê qonaxê da .
- Pewendîyin xwe dige Rusya xweş bikin û ji Îranê re zelal bikin ku daxwaziya mafên kurdan di destûrê da ji bo bihêzkirina komara Suriyê ye, ne ji bo jinavbrina rijêma Esed e.
- Peywendiyên wan yên bi merc digel opozisyona Suryê berdewam bin çunkî ji bo kurda bidesxistina mafên wan di destûrê da giringe, vêça kî be bila bibe
Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Raste hêzên Amerîkayê piştevaniyek mezin da hêzên kurda li Rojavayê Kurdistanê, lê divê gotina Trump nehêt jibîrkirin dema gotî kurd şerkerên mêrxasin divê di şerê dijî terorê da bên bikarbînîn yan mifa jêwerbigirin, wate di siyaseta Amerîkayê da kurd li Rojava aletekê şerpêkirinê ye ne zêdetir. Çi peywendiya Amerîka bi mafên kurda li Rojava nîne û divêt kurda enternatîvê xwe hebe, pişitbestin bi siyaset û hêzên Amerîkayê yanî şikestin û malwêranî.
ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
Bi dîtina min ENKS mafdar bû ku peywendiyên xwe bi opozisyona Suriyê re dirust bike, çunikî di serî de siyaseta davneteweî, ji bilî Rusiya, Îran û Çînê, digel hindê bûn ku dê rijêma Surîyê jinav biçe.
Belê di heman demê de siyaseta TEVDEMê jî ya xerap nebû, di kujyekî da peywendiyên wê bi rijimê re bimînin ku ew peywendî bûn hokar ku kurd li Rojava li ser axa xwe bimînin û liberxwe bidin û hebûna xwe biparêzin û ji aliyek din, piştevaniya hêzên navdewletî jî bi aliyê xwe da bikêşin di şerê dijî DAÎŞê da.
Lê şaşiya TEVDEMê, mixabin, bi mejîyê PKK kar kir û dike û dijatiyeke dijminkarane digel ENEKS û alîgirên wê kir û behane dane dest Tirkiyeyê ku pişitevanîyeka navdewletî wergire û bi hêceta şerê dijî terorê xewina kurdan li Rojava lawaz bike û heta bimrîne jî.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin?
Me bivê û nevê pirsa kurdî li Suriyê pirseka navxweyî ye û kes nikare înkara mafên kurdan jî bike. Divê di vê demê da kurd kesê bi dijminê xwe nezane û li ser gişit teweran kar bikin û daxwaza mafên xwe di carcoveya Suryayeka yekgirtî da bikin.
Divê kurd hişiyar bin xwe ji şerê navxweyî bidin paş bi lîztikên navdewlî û herêmî û dîroka kurda nîşa me daye ku herdem bêtifaqiya kurda serê kurda xwarî ye. Kurdên Rojava jêhatîne divê PKK û hezên din yên kurdistanî îradeya kurdên Rojava bidin destê wan û pişitevanê wan bin.