PDK û YNK li hevkir
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rêkeftineke siyasî di navbera xwe de îmze kirin.
Li Hewlêr şanda bilind a PDKê û YNKê civiyan û li ser dabeşkirina postan rêkeftin û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl rêkeftin îmze kirin.
Piştî îmzekirina rêkeftina berdevkê PDKê Mehmûd Mehemed û berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer konferanseke rojnamevanî lidar xistin.
Berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer civîna PDK û YNKê bi dîrokî binav kir.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mehemed ragihand, garentiya her rêkeftinekê bawerî ye, ew bawerî jî di navbera PDK û YNKê de heye.
Berdevkê PDKê got: Rêkeftina di navbera PDK û YNKê de,Mîkanîzma çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê û danîna Wezîrê Dadê li Bexdayê destnîşan dike.
Diyar kir jî, komîtek ji bo cibicîkirin û çavdêrîkirina rêkeftinê hat destnîşankirin. Herwiha got: Dema rêkeftin çû warê bicihkirinê, xal bi xal dê bên ronîkirin.
Civîna îro ya PDK û YNKê piştî wê yekê hat, duhî Serok Barzanî pêşwazî li şandeke YNKê bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û du endamên Polîtburoya wê partiyê kiribû û li gor daxuyaniyeke hevbeş, di wê civînê de tekezî li ser karê cidî û berdewamiya rêkeftinê kirin, bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Kurdistanê kirin