Divê em Qilabanê ji bîr nekin

Divê em qetlîama Qilabanê ji bîr nekin. Li Tirkîye ew qas bûyer tên jîyîn ku, piştî demekê bûyerên herî giran û girîng jî tên jibîrkirin. Bûyereke ku em mahîyeta wê tam nizanin qewimî. Paşê li ser daxwaza wîlayeta Şirnex’ê cîgirê fermandarê Cenderme ya Roboskî Albay Hüseyin Onur Güney ji peywîrê hate girtin.
Wîlayetê destnîşan kir ku, albay agahî dereng dane me şandina helîkopteran ji ber vê yeke dereng ketîye. Albay Güney ji bo selameta vepirsînê ji wezîfeyê hate dûrxistin.
Lewra di derbarê vê mijarê de hîn gelek pirsên ku werin bersivandin hene. Mesela yê ku îstxbarat dayî gelo dafik danît, gelo ev bûyereke plankirî bû û hîn gelek pirsên din:
Çima qereqola cenderme ya li Roboskîyê 10 rojan berê hate valakirin, û çima ev qereqol çûye gundê Gülyazı. Di daxuyanîya sererkanîyê de wiha hatibû gotin, “Cihê ku bûyer lê hate jîyîn, cihê qempên PKK’ ne. Yanî herêma Sinat û Haftanîn e û li wir jî cih û war nîn e. Feqet derket holê ku bûyer li cihekî nêzî sînor, dûrî haftanîn bûye. Mişextvan li seet 16 û 30’ê ji gund veqetîyane û li seet 19 û 30’ê vegerîyane.
Li seet 21’ê konvoy tê ser sînor. Tê gotin ku Heronan tam 4 seetan dîmen kişandine. Madem wisa ye divê tevgerên çûnhatina vê konvoyê jî kişandibin. Lewra heman rê him ji alîyê PKK’ê ve him jî ji alîyê mişextvanan ve tê bi kar anîn. Belê dibe ku ev qesit be, dibe ku îhmal be û dibe ku xeletîyek be. Di dawîyê de divê berpirsîyarên vê bûyerê teqez werin dîtin. Lewra niha hewcedarîya me herî zêde bi zelalîyê he ye.
Nazlı Ilıcak
(Nûçevan)