Nêçîrvan Barzanî kabîneya xwe li ser sê bingehan ava dike
Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab destnîşan kir ku kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistanê di bin serokwezîrtiya Nêçîrvan Barzanî de, ser 3 beşên serekî dê xebata xwe bimeşîne.
Dilşad Şehab ku di heman demê de, cîgirê serokê Fraksiyona Kurdistanê ye derbarê damezirandina hikumeta nû de ji Rûdawê re got:
– Piştî ku Nêçîrvan Barzanî bi awayekî resmî bê erkdarkirin, ji bo beşdarbûna hikumeta nû dê bi hemû aliyên muxalefetê re pêwendî deyne.
– Nêçîrvan Barzanî, beşdarbûna hemû aliyan girîng dibîne û ji bo vê dixebite. Wê çi cudahiyê nexe navbera wezîrên aliyan de. Wezîr wezîrên hikumetê ne û divê kabîne jî kabîneya hemû aliyan be.
Endamê serkirdayetiya PDKê herwiha got ku nuha rewşeke taybet li herêma Kurdistanê û Îraqê heye û pêwîstiya kurd bi yekrêzî û hevahengiyê heye:
– Niha rewşeke taybet li Iraq û herêmê heye. Nêçîrvan Barzanî di vê demê de pêwîstî bi hemahengî û yekîtiya hemû aliyan dibîne. Dixwaze pêkve beşdarî kar bibin û berpirsyariyê hildin ser milê xwe.
Dilşad Şehab di beşeke din a daxuyaniya xwe de got:
– Nêçîrvan Barzanî dibêje di vê qonaxê de sê tişt pêwîst in. A yekem; Yekrêzî û yekkirina kurdan. Ya duyem, Çaksazî ku divê bibe dawayekî giştî û ti kesek di vî warî de bêalî nemîne yan jî dualîtî nebe, ji ber ku hevkarî û hemahengiya hemû aliyan pêwîste. Ya sêyem jî; Xizmeteke berbiçav û eşkere, budçeya ji bo kîjan aliyê hatiye veqetandin dê li pêşçavan be.
Endamê Serkirdayetiya PDKê anî ziman ku Nêçîrvan Barzanî pir dixwaze hemû aliyên siyasî di hikumeta nû de cih bigrin û di dawiya daxuyaniya xwe de got:
– Barzanî dixwaze daxwazên aliyên din jî di pakêta hikumetê de cih bigrin. Eger çend alî beşdarnebin jî, ew ê ji karê xwe sar nebe lê ew di wê baweriyê deye ku bi hikumeteke berfireh encamên fireh derdikevin holê.


