Polîtîk

Ji bo tesvîyekirina PKK-ê emê tişta pêwîst bikin

Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu di derbara rewşa siyasî û PKK-ê de daxuyaniyên balkêş dan. Parlementerê MHP-ê Alim Alişik di derbarê teqîna ku li Hakarî çebûyî daxuyaniyek da û got: Amerîka bandore xwe li ser hukumetê di derbarê operasyonên li derê tixûbên Tirkiye tên kirin heye û desthilatdariya Bakurê Iraqê(Kurdistana Başûr) pişgiriya PKK-ê dike.

Li ser vê daxuyaniya parlementerê MHP-ê wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu bersivek bi nivîskî rêkir parlementoyê. Davutoglu di nivîsa xwe de dide xuyakirin ku, ji bo tesvîye kirina PKK-ê ji herêmê gelek kar tê kirin û herweha got ku, pêwendiyek xort di navbera Amerika, Tirkiye û Iraqê de ji bo vê pirsê heye.

Davutoglu di vê derbarê de got: Me vekirî ji rayadarên Iraqê û ji kurdan re gotiye ku, heyina PKK-ê li wê deverê zererek mezin dide pêwendiyên me. Wan jî daye kifşkirin ku di vê derbarê de bi hemi awayî arîkariyê li gel me bikin. Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî jî ji mere gotiye ku heyîna PKK-ê li herêmê û êrîşên ji ku dibe li ser welatên cîran, me jî gelek nerehet dike û emê li himber vê yekê kar bikin.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Davutoglu got: Eger hukumeta Iraqê û berpirsên herêma kurd ji bo tesvîye kirina PKK-ê tedbîrên pêwist nestînin, hinge wê Tirkiye tişta pêwîst bike.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Davutoglu behsa pêwendiyên Tirkiye û welatên rojava kir û got: Şerê me yê li dijê terorê de Amerîka şirîkek me yê mezin e. Bi gelek awayî hevkariya me û Amerîka bi hevre heye.

Rojevakurd

Back to top button