Nivîsar

Dînamîzma Kurdistanî li gel Barzanî ye!…

Cemal BATUNDoza Kurdistanî ji gelek merheleyên cûrbecûr ve derbas bûye. Di destpêka damezrandina rêxistinên modern ên Kurdewerî de jî, serxwebûn an jî hebûnên federalizm û konfederalizmê hatine pejirandin. Herweha çarçoweya bandora konjoktura cîhanî jî tesîrek xwe ya xûrt li armancên siyasî yên siyaseta Kurd kiriye. Di dema û piştî Şerê cîhanê yê duwemîn de girêdayî rewşa konjoktura cîhanî daxwaza otonomiyê wekî armancek siyasî hatiye rojeva siyaseta Kurd ku di bîngeha xwe de ew jî wekî nêzîkahiyek taktîkî ji bo çareseriya demkî ya Pirsa Kurd hatiye dîtin.Tevgera Kurd li perçeyên cuda yên Kurdistanê armancên cuda li gor rewş û taybetmendiyên wî perçeyî dane pêş. Wekî nimûne: di salên 1970yan heta dawiya 1990an de li Bakurê Kurdistanê armanca Serxwebûna Kurdistanê hatiye kirin. Ewqas jî di vê armancê de paybend bûye ku aliyên federalizm bi xwe xwestine ne wekî siyasetek Kurd, wekî lingên siyaseta Tirk di tevgera Kurd de hatine binavkirin(!) Ji xwe daxwazên wekî: civata ekolojik, neteweyê demokratîk, hevwelatiya wekhev qet ne di rojeva siyaseta Kurd de bûn e. Berzkirina dirûşmeyên weha wekî lingên siyaseta entegrasyonê ya dagîrkerên Kurdistanê hatine nirxandin, îro jî tevgera Kurd bi tevayî li dervî PKK û hawîrdora wê, van armancan wekî siyasetek hevgûnciyê li gel siyaseta stratejîk a dewleta Tirk dinirxîne…Di roja me ya îro de: bîngehên rewşa konjokturel a li Başûrê Kurdistanê, herweha rewsa konjokturel a cîhanî rê dide ku Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, doza serxwebûna Kurdistanê wekî stratejiyek reel / rasteqîn bîne rojeva Kurdistanê û cîhanê. Rastiyek berçav e ku; di afirandina vê konjoktura pîroz a ji bo Serxwebûna Kurdistanê de, xebata Serok Barzanî xebata herî berhemdar û pîroz a ji bo Kurdistanê bûye. Serok Barzanî: armanca Serxwebûna Kurdistanê anî mêza Qesra Spî, Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpa, Moskova û tevahiya navendên siyasî yên cîhanî. Li gor agahdariyên ji van navendan û Hewlêrê tên: gelek welatên cîhanê nêzîkahiya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê diyar jî kirin e.Kurdistan a serbixwe ji xewnan derdikeve, dibe rastiyek reel. Dinamizma Kurdistanî li her çar perçeyên Kurdistanê li gel siyaseta Serxwebûnê ya Serok Barzanî ye. Ev dinamizm divê raya giştî ya Kurd li tevahiya Kurdistanê organiza bike ku armanca pîroz a Serxwebûna Kurdistanê dibe rastiyek û xwe li derdora vê siyaseta pîroz a Barzanî de kom bikin…Stockholm: 25 Cotmeh 2015

Back to top button