Nivîsar

Dijminatiya Barzanî dijminatiya xeta netewî Kurdistani ye

Parlementera HDPê û hevseroka  Kongreya Civata Demokratik Leyla Guven, di konferansekekî de derbarê operasyonên Tirkiye yên li başûr li himber PKKê axivtinek kir. Guven di vê axaftina xwe de cardin êrîşê PDKê kir. Guven dibeje ku, gerek Barzanî rê nedê Tirkiye li başûr operasyona bikin.

Guven di axavtina xwe de dibêje:   Li Kurdistana Başûr operasyonek qirêj destpêkiriye. Cardin hewldidin ku destkeftiyên kurda ji holê rakin.Nabê ku ew axa pîroz ji Tirkiye re bê vekirin.Mesud Barzanî gotibû ku, em birakujiyê naxwazin, eger naxwaze gerek axa xwe ji Tirkiyere venekin.Ev der ne tenê axa PDKê ye axa tevitiya gelê Kurd e.Axa başûr e. Çewe ku li rojava ruhê yekitiyê derketî holê, divê li başûr jî ew ruh derkeve holê.Nabê rê bidin Tirkiye bikeve nava vê axê.Em li himber vê yekê be deng namînin.Tu cara vê yekê qebûl nakin. Êrîşa li ser başûr êrîşa li ser Amed û Rihayê ye.

Leyla Guvene ew kese ku, 7 meha kaşo greva birçîbûnê kir lê qet neket û her tenduristiya wê li cih bû. Di van heft mehan de li ser daxwaziya Guven 8 ciwana di zindanan de dawi li jiyana xwe anin. Herîm dawî Guven çû parlementoyê û sunda xwe xwar. Niha jî wek gelek cara di derbarê başûrê Kurdistanê de dijitiya PDKê û Barzanî dike. Lê Guven wek çalakvana PKKê rastiya xwe û qirêjiya siyaseta xwe vedişêre û êrîşêPDKê dike. Dibêje başûr ne axa PDKê ye. Başûr axa azadkirî ya Kurdistanêye û axa PDKê, YNKê, Gorran , Tevgera Islami û ya hemû aliyên siyasî yên Kurdistana Başûr e.

Başûr axa wan aliyane ku, li dijê diktatoriya Sadam şer kirîn û raperina 1991ê pêkanîn. Ne axa wan kesaye ku ji bakurê Kurdistanê herin li tenişta Sadamê Faşîst bisekinin û şerê kurda bikin.

Minaka rojavayê Kurdistanê niyeta Guven eşkere dike. Li  Kurdistana Rojava siyaseta PKKê rê nade ku aliyek din yê siyasî nefesê bistîne. Her tişt tene ji aliyê PKK/PYDê ve tê rêve birin.Ev xeyala siyaseta ne Kurdistanê û rê li dewletbûnê bigre li başûrê Kurdistanê tu cara ser nakeve.

Leyla Xanim! Wek jina biwêre siyaseta ku Tirkiye dikişîne başûrê Kurdistanê rexne bike. Cardin tu û yên wek te bila baş bizanibin tu mafê we û siyaseta we ya qirêj li başûr tuneye. Eger hêzên ewlehiya başûrê Kurdistanê rê nedin hêzên ne yasayî, ev nabe şerê birakujî. Dibê şerê parastina yasayî li himber grubên sîxûr û xirab.

Gelo ka te û siyaseta te heta çi radeyê Amed û Riha parastiye? Baş bizanibin ku, hêdî leyiztikên we eşkere bûne. Hun gelek bi zanebûn Tirkiye dikişînin herêma Kurdistana Azad. Hun pravakasyonê dikin.

Hun şerê PDKê û Barzanî dikin, ji bo ku hun ji herkesî behtir dizanin ku, Barzanî demana parastina destkeftiyên netewîye. Ew netewiyeta hun li dijin û red û inkar dikin.

Leya Guven baş bizanibe ku PDK û Barzanî eger bersiva van gotinên te yên pûç nadin, tenê te muxatab nabînin. Şerê we yê PDKê û Barzanî di bingehê xwe de şerê xeta netewî li Kurdistanê ye.

Di rasyiya xwe de, pêwiste aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê bersiva vê axavtina Guven bidin. Eger aliyên siyasî destkeftiyên başûrê Kurdistanê diparêzin, ji berî her tiştekî gerek van destkeftiyan li himber êrîşên PKKê û siyaseta wê ya li dijê başûr jî biparêzin. Lê mixabin deng ji wan dernakeve.

Gelo PDK-T ji bo çi li himber daxûyaniya Guven ya dijminetiya Başûrê Kurdistanê, PDKê û Barzanî dike dernakeve û daxûyaniyekî belav nake? Gelo ji bo çi dengê Paltforma Kurdistana Bakur(Sertac Bucak) dernakeve? Ma gelo şeredariyên du navçeyan ji berjewendiyên Kurdistanî giringtirin? Bila bê zanin ku  bê dengiya we tê wateya pişgiriya gotinên Leyla Guven.

7.16. 2019

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

 

Back to top button