Nivîsar

Di vê qonaxê de pîvana welatparîziyê û prosesa serxwebûnê

 Piştî çekdarên PKKê li devera Xanesorê xwestin rê li Pêşmergeyan bigrin û di nav wan de şer derket, pirsa cêhbûna PKKê li Şingalê û deverên din yên Kurdistana Başûr bû cihê gotubêjek nû.Herweha bi vê yekê cardin pirsa PKKê li Başûr û pêwendiyên PKKê li gel hinek aliyan di rojeva siyasî de bû babetê minaqeşeyê.Li Kurdistana Başûr  deverek berfireh di bin destê PKKê de ye, heta radeyekî gundiyên Kurdistana Başûr ji bo ku PKKê li cihê wane nikarin herin gundên xwe ava bikin. Tê zanin ku li Qendil PKK bi hemû awayî çalakiya dike.Bi kurtahî hemû lepta PKKê li Başûr ji aliyê partiyên Kurdistana başûr û desthilatdariya başûr ve dihat zanîn û tê zanîn.Herweha pêwendiyên PKKê yên taybet li gel Tevgera Goran û YNKê jî baş têne zanin. Taybetî tevgera Goran bi hemû awayî pişgiriya PKKê dike .  Hinek aliyên siyasî tenê ji bo dijitiya PDKê û Barzanî hevkariya hev dikin û ev yek ji bo wan wek pîvanekiye. Heta beşek ji YNKê jî, ji bo heman sedemê pişgiriya PKKê dike.Belkî gelek cara kemasî û çewtiyên demekî hatîn kirin derdikevin pêşiya mirov. Îro rewşa PKKê li Başûr û dijitiya wan li himber PDKê encama vê yekêye. Bê guman ev babetek gelek berfirehe lê nabê mirov sere derbas bibe. Ji ber ku ev yek berbiçav neyê girtin îro rastiya heyî zehmete bête dîtin.Piştî şer li xanersorê çêbû, gelek aliyên siyasî yên Kurdistanê helwesta xwe dan kifşkirin. Ji bilî HDPê, hemû aliyên siyasî li Bakurê Kurdistanê daxwaza derketina PKKê ji Şingalê dikin û rêzê li hukumraniya herêma Kurdistanê digrin.Lê gelo rewşa partiyên Kurdistana Başûr çiye? Gelo YNK çi difikire û çima ne xwedî helwestek zelale? YNK beşek ji hukumeta herêma Kurdistanêye. Lê hinek ji berpirsên wan di  wan daxuyaniyên xwe de, ne zelalin û wek pirsgirêkek di navbera PDK û PKKê de li rewşê dinêrin.Gelek eşkere Goran û PKKê bi hevre siyaseta Malikî û ya hukumeta Ebadî li deverên Kurdistanê rêve dibin û destê wan yê Kurdistana Başûrin.Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî eşkere dibêje: ‘’Em wek heşdî şeibî rê nadin PKK li Iraqê û Şingalê bê derxistin.Başe sibehî piştî operasyona Musilê, hukumeta Bexdayê daxwaz bike ku pêşmerge ji deverên Kurdistanê paşve herin, dê çi bibe? Ihtimala mezin dê şerek di navbera hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî de derkeve. PKK, Heşda Şeibî û hemû milîsên Şîe dê li dijê Pêşmergeyan şer bike. Hingê çi cihê gotinê dimîne? Hîç.Pêvajoyek ya ragihandina dewletek Kurdistanî destpêkiriye. PDK vê pêvajoyê bi hizrek netewî diparêze û wek ejanda xwe ya sereke kifşkiriye û vê yekê de bi biryar û istiqrare. Di vê pirsê de îrada xelkê Kurdistanê temsil dike.Ji aliyek din siyaseta YNKê di vê derbarê de ne zelale. Ji bo vê jî çend aliyan dileyze. Eger YNK di vê derbarê de rola xwe ya pêwist neleyze û nebê pişgirê pêvajoya serxwebûnê dê çewebe? Hingê hebûn û nebûna YNKê dikeve rojeva siyasî de.Goran gelek eşkere li dijê vê prosesê ye. Wek din aliyên din yên Kurdistanê pişgiriya vê prosesa serxwebûnê dikin.Ez bawer dikim ku dê Serokê Kurdistanê hemû hewldanên pêwist bike ku ji bo Kurd yek dengî ber bi serxwebûnê ve herin. Lê eger cardin hemû alî yekdeng nebin jî dê ev pêvajo berdewam be.Pirsa serxwebûna Kurdistana Başûr, pirsa mayîn û nemayîna Kurda ye. Îro demana jiyanek azad  ji bo netewê kurd ragihandina dewletek Kurdistanî de ye. Wek din tu demana kurda di Rojhilata Navî de tuneye.  Serxwebûna Kurdistanê li ser hemû berjewendiyên aliyên siyasîre ye.Divê ev ji bo hemû kurda bibe pîvanek siyasî û helwest li gora vê bêne danîn.Pirsa PKKê li Başûrê Kurdistanê di vê çerşovê de bê şêrove kirin rastî jî baş tê fam kirin. PKK vekirî dijê pêvajoya serxwebûna Kurdistanê ye û ji bo astenga di vê rêyê de çêbike li Şingalê û deverên din yên Kurdistana Başûr cih bûye.Heta mirov vê rastiyê nebîne û nirxandinên popîlîst bike ji zererê pêve nade prosesa serxwebûnê.9.Adar.2017Dara Bilek

Back to top button