Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elemaniya (HEVKARÎ) , di derbarê bûyerên li Şingalê û herweha bi vê yekêve girêdayî êrîşên PYDê li ser partî û aliyên Kurdistanî daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

JIBO RAYA GIŞTÎ !

Divê em destkeftiyên başûrê Kurdistanê bi her awayi biparêzin.Heqê tu hêzi tuneye ku di vê pêvajoya dirokî de li başûrê Kurdistanê bingeha siyasetek ku zararê dide miletê me ava bike. Bûyerê vê taliyê yên ku li Şingalê qewimîn da ispatkirin ku şerê navxweyîbandoreka neyinî datîne ser her çar perçeyên Kurdistanê.
Pişti bûyerên Şingalê êrişên li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin. Em vê bûyer û êrişa ku hatiye kirin sermezar dikin.
Tecrubeyên dîrokî yên gelê Kurdistanê bi dehan cara ispat kirîye ku şerê navxweyî birînên kur di dil û hişmendîya gelê me de çêkirîye. Xêrnexwazên miletê Kurd her ji van şerên navxweyî feyde girtine.Şingal perçeyeke Kurdistanê ye.
Nabe ku bêyî xwestin û îradeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tuhêzên çekdarî ji Hikûmeta Kurdistanê re sergêjî û pirsgirêkan derxîne.Hemû hêzên çekdar yên jiBasûrê Kurdistanê ne û yên girêdayî Wezereta Pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ne divê li gorîradeya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê tevbigerin.
Yên ne ji Basûrê Kurdistanê ne û ne di bin îradeya Wezareta Pêşmergede ne divê rêzê li hikûmet û parlementoya Kurdistanê bigirin û ji Şingalê vekisin.
Em bangî wan hêzan dikin ku divê ser û pevçûnên bi vî rengî dubare nebin û her alî li gorî biryaraHikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin.
09.03.2017
Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elemaniya (HEVKARÎ)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: