Li Kurdistana Bakûr Waliyê bajarê Agirî dibêje kiriye ku Leyla Zana jê re gotiye “PKK ji aliyê 20 dewletan ve tê bikaranîn”.Waliyê Agirî Musa Işin, ku li şûna şaredarê bajêr jî wek qeyûm hatiye tayîn kirin, duh di merasimekê de li Agirî behsa hevdîtineka xwe û parlamentera HDPê ya Agirî Leyla Zana kir.Musa Işin îdia kir ku Leyla Zana jê re gotiye ku PKK ji aliyê 20 dewletan ve tê bikaranîn. Waliyê Agirî wiha behsa hevdîtina xwe û Zana kir:“Piştî ku Leyla Zana bû parlamentera Agirî, bi 3 parlamenteran ve hatin serdana min. Wê çaxê hinek kamyon hatibûn şewitandin û teqîn qewimîbûn. Min ji wan re got ku 80 parlamenterên we hene, ji PKKê re bêjin ku em kuştin û terorê naxwazin em siyaset û aştyê dixwazin. Leyla Zana jî ji min re got PKK ji aliyê 20 dewletan ve tê bikaranîn…”