Polîtîk

PKK destê xwe xistiye destê wan kesên ku nanê xelkê Kurdistanê qut kirine

Endamekî Serkirdatiya Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê ragihand ku PKK destê xwe xistiye destê wan kesan ku qutê xelkê Kurdistanê qut kirine, divê PKK dest ji wan siyasetên xwe berde û zû ji Şingalê derkeve.Muslih Receb ku herwiha Berpirsê herdu navendên Badînan û Mûsilê yên partiya xwe ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Başûrê Kurdistanê bûye mala xelkê hemû perçeyên Kurdistanê, lewma jî nayê qebûlkirin ku aliyekî Kurdî ji perçeyekî din ê Kurdistanê bê û destê xwe têxe destê wan dijminên ku qut û nanê xelkê Kurdistanê qut kiriye. PKKê destê xwe xistiye destê wan û li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê sekiniye. Lewma jî em daxwaz jê dikin ku bilez ji Şingalê derkeve û vegere Başurê Kurdistanê û li wir xebata xwe berdewam bike û êdî li Başûrê Kurdistanê nemîne û aloziyan ji xelkê û Hikûmeta Herêma Herêma Kurdistanê re dernexîne.”Wî serkirdeyê Partiya Sosyalîst wiha domand: “Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêzên Pêşmerge çûn Kobanî û piştî rizgarkirina wî bajêrî û cîbicîkirina erkên xwe, vegerin Başûrê Kurdistanê, lewma jî divê PKK jî wisa ji Şingalê vekişe da ku êdî xelk vegerin ser mal û warên xwe û bajarê wan avedan bibe.”

Back to top button