Di siyasetê de helwest pîvanek ehlakiye!
Roja 1.9.2023ê li Enqere ber deriyê avahiya asayîşa giştî ya ku li tenişta avahiya wezereta navxwe ya Tirkiyeye çalakiyek çekdarî rûda. Di encam de du kesên ku çalakî kirîn hatin kuştin û du polisê asayîşê jî bi sivikahî birîndar bûn.
Piştî daxûyaniya wezereta navxwe ya Tirkiye di derbarê bûyerê de, di cih de, rêxistina PKKê ya bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxûyaniyek ragihand û gotin ku wan ev çalakî kiriye.
Armanca vê çalakiyê çiye? Ev çalakî di xizmeta kî de ye? Ev yek dibe babetê gotubêjekî berfireh. Ji ber ku tê îdia kirin ku hayê îstixbarata Tirkiye ji berî teqîn rû bide ji vê çalakiyê çêbûye. Herweha li gora medyayê ji bo amadebûna vê çalakiyê dest danîne ser otomobila kesek sivîl û ew kuştine. Yanî kesek sivîl û bê xalî xerez hatiye kuştin û mexdûr bûye.
Ji aliyek din ve,piştî vê çalakiya bê wate 12 demjimêra Tirkiye êrîşek bi balafirên cengî bir ser başûrê Kurdistanê û bombebaran kir. Polisan li hinek bajaran dest operasyona kirin û gelek endam û berbirsên HDPê hatin binçavkirin.
DYA di serî de gelek welatên cîhanê û dezgehên navdewletî ev çalakî wek bûyerek teroristî bi nav kirin û şermezar kirin. Serokatî û hukumeta Herêma Kurdistanê jî ev bûyer şermezar kirin.
Li vê derê û taybetî helwest a partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê gelekî girîng e. Helwesta Dezgehên sivîl ên bakurê Kurdistanê gelekî girîng e. Ji ber ku ew sazîyên behsa aşitiya civakî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dikin,qenc xirab nabê li himber bûyerek bi vî awayî bê deng bin. Ew Aliyên ku behsa tehrîbatên vî şerê bê wate dikin,divê xwedî helwestbin.
Herweha dixweyê helwest di van cureyên bûyeran de babetek ehlaqiye jî.
Hinek partî û rêxistin li bakurê Kurdistanê hene ku, dema bûyerek rû dide, di cihde daxûyaniya radigihînin û helwesta xwe didin diyarkirin. Lê dema bûyerek ji aliyê PKKê ve tê kirin bê dengin û dimînin hêviya hev ka gelo kî çi dibêje.
Di siyasetê de bê helwestî karê herî xirabe. Gelek alî hene ku bi cesaret kiryarê dewletê bi tundî şermezar dikin û helwestek bi ”mêranî” datînin holê. Lê heman partî yan jî rêxistin li himber kiryarên PKKê bê dengin û newêrekin. Heta di xeta binîvîsînin deh cara difikirin ku ;ka gelo dê PKKê aciz bikin yan na. Ji Xwe ev yeke ku dibe sedem PKK li ser aliyên siyasî bi keyfa xwe dileyze.
Di qonaxa ku siyaset têre derbas dibe, ji PKKê bêhtir ev PKKliyên şermok li ser jiyana kurdan a siyasî û civakî dibin xetereke mezin. Ji ber ku ew ne li gora nirxekî tevdigerin , tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dibin xwedî helwest.
3.9.2023
Nêrîn/Şirove