
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ragihand ku xeta boriya petrolê ya Kurdistan-Tirkiye ji îro pê ve amade ye û di nava vê hefteyê de wê dest rêkirina petrolê bê kirin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar di Fuar û Konferansa Petrolê ya Navneteweyî ya Abu Dabiyê ya ku li Ebû Dabiya paytexta Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) hat lidarxistin de daxuyanî da.
Bayraktar destnîşan kir ku zêdeyî 40 sal in bi rêya boriya Ceyhanê rojane nîv milyon bermîl petrol tê hinardekirin bazarên navneteweyî û got, “Xet ji bo îxracatê dîsa amade ye, piştî vê hefteyê wê xebatên li ser xetê ji nû ve dest pê bikin.” Bi destpêkirina hinardekirinê re, rojane nîv milyon bermîl petrol dê bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê re were şandin.”
Bayraktar diyar kir ku ji ber erdhejên 6’ê Sibatê yên li navenda Mereşê, lehî û felaketên bi vî rengî xeta boriya Kurdistan-Ceyhanê ketiye nava ltemîratekî de û got, “Xeta boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ji îro pê ve ji bo xebatê amade ye. Em ê vê hefteyê xetê bixin faaliyetê de. Herwaha got: ‘’Piştî ku boriya petrolê dest bi kar bike, dê 500 hezar bermîlên petrolê bigehe bazarên cîhanî yên petrolê.
Piştî biryara Dadgeha Hakemaniya Navdewletî ya Parîsê ya roja 25ê Adara 2023ê derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de, hinartina petrolê ji bendera Ceyhanê hat rawestandin.