Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Bafel Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir ji ber serkeftina kongreya pêncem ya partiyê. Kurdistanê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji bo serkirdayetiya YNKê di kar û xebata xwe de xwest û YNK û aliyên siyasî bi hev re ji bo bihêzkirina yekrêzî û pêkvejiyanê û bi hev re kar bikin û hemû rola xwe di parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de bilîzin.
Ji aliyê xwe ve Bafel Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo peywendî û pîrozbahî û beşdariya di vekirina kongreya partiyê de spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.