CîhanRojev

Xwedîyên Xelata Nobel a Tibê eşkere bûn

Katalin Kariko a Macar û Drew Weissman ê Amerîkî ji ber xebatên xwe yên di warê teknolojîya mRNA de Xelata Nobel a Tibê ya 2023an wergirtin.

Xelata Nobel a Tibê, ku yek ji xelatên herî bi prestîj ên cîhanê ye, îsal xelatgirên xwe dît. Katalin Kariko û Drew Weissman ji ber xebatên xwe yên li ser derzîya mRNA xelata Nobelê ya Tibê wergirtin.  Xelata Nobelê ji Katalin Kariko û Drew Weissman re hat dayîn. Zanyarên serketî wê xelata 11 mîlyon kronên Swêdî (nêzîkî 1 mîlyon dolar) parve bikin.

Di meha cotmehê de wê di şaxên Fîzîk, Kîmya, Wêje, Aştî û Aborîyê de Xelatên Nobelê bên dayîn. Ji ber daketina nirxê kronê Swêdî îsal li xelatê 1 milyon kron zêde bû.

Back to top button