CîhanRojev

Divê Tirkîye rêzê li serwerîya me bigire

Piştî êrîşa bombeyî ya li ser Wezareta Karên Navxweyî ya Enqerê, Tirkîyê li li başûrê Kurdistanê dest bi operasyona esmanî kir. Serokkomarê Iraqê Ebdûlletîf Reşîd bang li Tirkîyê kir ku divê rêz li serwerîya Iraqê bê girtin û got: Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin.

Serokkomarê Iraqê êrîşa hewayî ya ku şeva borî ji alîyê Hêzên Çekdar ên Tirkîyê ve li ser herêmên Metîna, Hakurk, Qendîl û Gara yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de ji bo tolhildana êrîşa bombeyî ya li ser Wezareta Karên Navxweyî pêk hat, şermezar kir.

EM VÊ QEBÛL NAKIN

Serokkomar Ebdulletîf Reşîd, di daxuyanîya xwe ya di kanala El Erebiye û El Hedath de diyar kir ku Bexda hewl dide bi Enqerê re lihevkirinek ewlekarîyê pêk bîne û tekez kir ku divê Enqere rêzê li serwerîya Iraqê bigire. Reşîd got ku “divê Tirkîye rewşa Iraqê li ber çavan bigire” û destnîşan kir ku binpêkirinên wê “bûne sedema mirina sivîlan”. Reşîd got: “Binpêkirinên Tirkîyê li Herêma Kurdistanê pêk tên. Balafirên şer ên Tirkîyê, herêma sînor û baregehên leşkerî yên li Iraqê bombebaran dike. Em vê yekê qebûl nakin”.

EM DIXWAZIN JI BO ÇARESERÎYA PIRSGIRÊKAN PEYMANÊ BIKIN

Reşîd, diyar kir ku rêveberîya Iraqê “binpêkirinên rojane yên ku Tirkîye li Silêmanî, Hewlêr, Duhok û herêmên din ên Herêma Kurdistanê pêk tîne” red dike û wiha dewam kir: “Em dixwazin wek bi Îranê re, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi Tirkîyê re jî li hev bikin”.

Back to top button