CîhanRojev

Amerîka di bin serkêşîya Tirkîyê de Başûrê Kafkasya tevlihev dike

Şewirmendê Têkilîyên Navdewletî yê Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî Elî Ekber Welayetî, îdia kir ku “Amerîkî di bin serokatîya Tirkiyê de ji bo têkbirina Başûrê Kafkasyayê derketine rê”.

Elî Ekber Welayetî, ji rojnameya Ferhîxtegan re ragihand ku NATO di van demên dawî de hewl dide bandorê li herêma Kafkasya Başûr bike.

Alî Ekber Velayetî, îdia kir ku “Amerîkî di bin serokatîya Tirkîyê de li qadan in da ku Başûrê Kafkasya têk bibin” û got: “Amerîkî divê zanibin ku ger bikevin herêma Kafkasya Başûr, wê di navbera berxwedana etnîkên cuda de asê bimînin û ne mimkûn e ku birevin”.

Welayetî daxuyanîya Xamineyî ya ku gotibû, “Sînorên niha yên li Başûrê Kafkasyayê bi ti awayî nayên guhertin” bi bîr xist û got: “Xalek ku di van salên dawî de ji alîyê hin rayedarên Tirk û medya Tirk ve hatiye ronîkirin ew e ku Azerîyên Îranê bi salan e di bin tepeseriyê de ne.Hikûmeta Tirkîyê xwe wek wezîfedar nîşan dide ku Azerîyan ji bindestîya komên etnîkî rizgar bike. Nasnameya îranî û Azeriyên Îranî, “piştî şoreşê serokkomar û serokwezîrê vî welatî nêzîkî 8 salan bi etnîkî Azerî bûn, lê niha kesê yekem ê welêt Azerî ye”.

Welayetî diyar kir ku Azerbeycanîyên Îranê wê li hember kesên ku dixwazin li Îranê kaosa etnîkî derxin û ji siyonîstan alîkarîyê dixwazin bisekinin.

Back to top button