CîhanRojev

Pîlotê tîma Kurdistan Racing bû şampiyonê cîhanê

Pîlotê tîma Kurdistan Racing Isaac Tutumlu Lopez di Şampîyonîya Cîhanî ya GTyê ya ku li Barcelonayê hat lidarxistin de bû yekemîn.

Tîma Kurdistan Racing, ku pîlotê Kurd Isaac Tutumlu Lopez jî di nav de ye, di Şampiyonîya Cîhanî ya GT ya li bajarê Barcelona yê Spanyayê di pola Pro-Am de di nav 55 tîman de bû yekem.

Isaac Tutumlu Lopez, berî niha bi ala Kurdistanê beşdarî şampiyonîya Formula 1 a Ewropayê bûbû.

Pîlotê Kurd ji çapemenîyê re axivî, spasîya xwe kir û got: “Ez kêfxweş im ku bi nav û ala Kurdistanê beşdarî vê pêşbirkê dibim û vê serkeftinê bi dest dixim“. Di şampiyonîya ku 2 meh berê li Almanyayê hat lidarxistin, Îshaq Tutumlu Lopez di siwarîya 12 saetan de bû 3.emîn.

Isaac Tutumlu Lopez di 5ê tîrmeha 1985an de li Barcelonayê ji dayik bûye. Tutumlu Lopez kurê Bayram Tutumlu yê Diyarbekirî ye.

Back to top button