Di şeş mehan de 2038 haletên şîdetê li hemberî jinan
Rêvebiriya nehîştina şîdeta li hemberî jinan di civîneke çapemeniyê de amara şîdeta li hemberî jinan a şeş mehên destpêkê yên îsal aşkere kir. Li gor wê amarê di dema şeş mehên destpêkê yên îsal de li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê 59 haletên kuştinê, 207 haletên şewatê, 1038 gilî, 671 haletên lêdanê û 63 haletên destdirêjiya seksî hatine tomarkirin.
Îro serê sibehê rêvebiriya nehîştina şîdeta li hemberî jinan bi amadebûna kanalên ragihandinê, saziyên jinan û saziyên civata sivîl di civîneke çapemeniyê de amara şeş meha a li ser şîdeta li hemberî jinan aşkere kir.
Di civîna çapemeniyê de rêvebirê rêvebiya nehîştina şîdeta li hemberî jinan Kurdo Omer ragihand ku daxuyanî û amarên ku dezgehên ragihandinê li ser rewşa jinan belav dikin aşkere û rohn nînin û got: “Di dema şeş mehên bihûrî de li ser asta Herêma kurdistanê rêjeya şewata li hemberî jinan kêm bûye.
Li gor ku ji aliyê rêvebiriya nehîştina şîdeta li hemberî jinan ve hate ragihandin di dema şeş mehên destpêkê yên îsal de li sînorê parêzgeha Hewlêrê 25 haletên kuştinê, 555 gilî, 145 haletên îşkence û lêdanê û 14 haletên destdirêjiya seksî hatine tomarkirin. Li parêzgeha Dihokê 2 haletên kuştinê, 11 haletên xwekuştinê, 53 haletên şewatê, 260 gilî, 7 haletên destdirêjiya seksî hatine tomarkirin. Li Germiyanê 129 gilî, 16 haletên şewatê û 3 haletên kuştinê hatine tomarkirin. Li Silêmaniyê jî 18 haletên kuştinê, 71 haletên şewatê, 42 haletên destdirêjiya seksî û 94 gilî hatine tomarkirin. Li gor vê amarê jî bi berhevdan digel amara şeş mehên destpêkê yên sala bihûrî, rêjeya şîdeta li hemberî jinan kêm bûye.
(Warvîn)