Polîtîk

Ji demokrasî û gav ber bi guhertinê re ”erê”

Li Kurdistana Bakûr roj bi roj helwesta dezgeh, rêxistin û kesayetên kurd di derbara referandumê de zelal dibin. Piraniya rêxistinên siyasî û dezgehên sivîl li Kurdistanê dixwazin şer bisekine guhertin pêkwerin û li Tirkiye destûrek nûjen û sivîl ku tê de mafên kurdan jî bêne misogerkirin çêbibe. Lê îro hinek guhertin çêdibin û ji bo rê li guhertinên mestir veke ji bo gavek e li dijê statukoyu piraniya kurdan jê re dê bêjin erê.

Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd di daxûyaniyekî de helwesta xwe di derbarê guhertinên di desturî de çêdibin da xûyakirin û dê ew jî di 12-ê îlonê de ji destûrê re bêjin erê. Ev Texta daxûyaniya wan e.

Ji demokrasî û gav ber bi guhertinê re ”erê”

Em Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd, daxwaza me ew e ku Qanûneka Esasî a sivîl û demokratîk bête avasazkirin ku maf û azadîyên neteweyî û demokratîk yên kurdan tê de bên mîsogerkirin.

Herçiqas guhernadinên qismî ku di Qanûna Esasî de hatine çêkirin bersîva daxwazên maf û azdiyên kurdan ne de jî, ew li hember sîstema statukoparêz û wesayetê ye û di warî sivîl û demokratîkbûnê de gavekê girîng û berbiçav e.

Ji ber ku ev guhartin di strûktura siyasî û hiqûqî ya Qanûna Esasî – a ku encama darbeya faşîst a 12ê Îlonê ye- de qismî guhertinên berbiçav pêk tîne.
Ji bona wê jî em bang kesên ku naxwazin bi sîstema darbedar, wesayetkar û statûkoparêz re entegre bibin, rewşenbîr û demokratên rasteqîn ku li gel maf û azadiyan in û bangê gelê xwe dikin ku ew di referandûma 12ê Îlona 2010ê de herin ser sandiqan û dengê “Erê” bi kar bînin.

Berdevkên Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd
Halim Ipek- Adnan Ozbingol
20 Tîrmeh 2010

Back to top button