Li ser wêjevan û wêjeya Kurd çend tişt
Wêjevanên Kurd hinekê têr bûn, bextewar û azad bûn. Ew jî wekî hemî têran ketin xeyalan. Tenê mirovên têr, bextewar û azad dikaribûn, dema xwe ji bo xeyalan veqetînin. Tenê wêjevanên têr, derfetfireh dikarin berhemên giranbiha biafirînin.
Wan jî ji xwe pirsa “Erd dûz e yan gilover e, dawiya deryayê heye yan na?” kirin. Wan jî kelek û keştî çêkirin, ew jî bûn fedakarên xeyalên xwe. Kê bigiha dawiya deryayê dibû nemir, gerdûn bimira jî, ew nedimirî.
Di deryayê de keçderyayiyên rindik hebûn. Ji wan rindtir tune bûn. Ew ji cîhana firîşteyan bûn. Melekan hesûdiya wan kiribûn û bi dek-dolavan ew ji qata firîşteyan dabûn avêtin. Kê wan horiyên avê bidîta evîndar dibû, canê xwe bo wan dida. Ji bo ramûsanek ji wan bistanda, xwe davêtin deryayê û dixeniqîn. Dibe ku kesê dawiya deryayê û nemirin nedîtibe.
Edebiyatvanên Kurd keştiyên mezin çêkirin, ji bo bi keçderyayiyan nexapin û bigihên nemiriyê xwe zexm bi pêhnikên keştiyan ve girêdan. Wêjevanên Kurd bi giştî derketin seferê û çûn.
Ji wê rojê ye xebera kesê ji wan nîne. Mirin an man, gihîştin xaneke bêhnvedanê yan na, ne diyar e. Hinek dibêjin Kurd newêrek in, newêrin wekî xelkê canê xwe bidin, bo ramûsanek horiyan. Hinek dibêjin zîrek, gihaşti û bi aram in, xelk bixeniqin jî, ew dê bijîn.
Hûn ji min bipirsin, ew gihîştin qonaxeke bêhnvedanê û li wir ketin gotûbêjan. Hinekan bendên xwe vekirin, -lewra ji xwe sist girêdabûn- û amade ne xwe bavêjin deryayê. Hinekan rêwîtiya xwe berdewam kirin. Kîjan baş, kîjan ne baş e? Nizanim. Bersivdayîn ne hêsan e.
Heger hûn ji min bipirsin li wê qonaxa bêhnvedanê Kurd derbareyê wêjeya Kurdî de çi gotûbêj kirin, nêrînên wan çi bûn, ez ê bi çend hevokan wiha bêjim:
– Rexne û rexnegirî li ba me rûneniştiye. Ya rastî di çanda civatê de rûniştîbû lê şoreşgeriya azadiyê ew serobino kir. Çawa mirov mîrkutekê li serê yekê bide.. Heger rebeno nemire dê çendeyekê gêjo-mêjo bibe, Dewxa wê biçe. Rexne û xwerexnekirin li cem me vûlgar e, tirpankî ye. Ne tenê di cîhana wêjeya Kurdî de, di tevayiya jiyana me de em negihîştine çêj û kamiliya wê.
– Wêjevanên me penûs hîştine, çakûç û mêtro dane destên xwe. Dixwazin berê Kurdan biterişînin, bixin nava şablonan, paşê li gora dilê xwe ji nû ve biafirînin. Herwiha rûnin, edebiyata wê tişta afirandine bikin. Ji ber wê ye wêjevanên me pirr polîtîk in. Wekî mêtroyê bêdil, wekî mîrkut bêrehm û êşda ne. Wêjevanî û endezyariya civakê tevlîhev kirine.
– Bila ji min dilê xwe negirin hinekê paşdemayî ne. Wekî wêjevanên xelkê naxwînin, ceribandinan nakin. Helbet sedemên wê gelek in û mêtingerî tewanbarê yekemîn e. Kêm ji jiyanê sûdê werdigirin.
– Asoyên wan ne wekî yên xelkê ne. Kêmber in, avis in. Cîhana bîrbiriyên wan wekî çolên Erebistanê ne. Hin wêjevan ne tê de, pirraniya wan wisa ne. Xwedêyo, ne estetîk heye di tûrê wan de, ne zîrekiya ristina têgînan..
Lewra ava kaniyên Bîngol û Şerevdînê venexwarine, guh nedane orrîna bêyom a kinkorên Bilîcanê. Mêrg û zozanên Wirmêyê nedîtine, bêhna kulîlkên Minzûrê neçûye pozên wan..
Lewra xofa “dengê devan” an “gurê mango” neketiye dilê wan. Bi êşa dilê Xecê ya li devê terezînê, bi agirê di derpêyê Xatûn a dildara Zembîlfiroş, bi birîna reş a dilê Îhsan Nûrî Paşa yê li Îranê, bi kerba dilê Ferzende Beg ê li girtîgehê nizanin.
Bizanibin jî ji dil nizanin. Ji dil bizanibîn jî kêm dizanin. Kêm bizanibin jî kesayetiyên wan ên polîtîk rê nade, bandora xwe li berhemên wan dike.
– Wêjevanên me ji dibistanên “çepên xelkê” ne. Wekî Kurdek li bajar û welatên xelkê jiya be, li wir mezin be û di 50-60 saliya xwe de rojekê bixwaze were Kurdistanê, li wir bijî ye. Ma Kurd çawa biecibîne, çima li wan germ bibe? Ew ê dê çawa frekansa dilê neteweya xwe bibîne?
– Edebiyat bi zimanên xelkê nabe. Mirov bi bendê xelkê danakeve bîrê. Wêjevanên me ew kes in ku bi Kurdî dinivîsînin. Dê roj were Kurd henekên xwe bi nivîskarên Kurd ên Tirkziman bikin.
Gelo ev nivîskar, rojnameger, helbestvan, romannûs nizanin hezkirin çi ye? Heger mirov hez bike, carcaran canê xwe jî dide. Mirov ji keçek an lawek hez bike, evîndarê wê/wî bibe, dixwaze bo wê/wî canê xwe jî bide, ne wisa?
Min Kurd dîtine, bi mirina segên, karên, kerên, kêrguhên xwe xemgîn bûne, giriyane. Xaniyên wan ji dest çûne, karên xwe winda kirine dîsa xemgîn bûne, li çareyan geriyane. Mixabin zimanê me dimire û vê xetereyê herî baş wêjevanên me dizanin lê dîsa jî pirraniya wan Tirkziman in, berhemên xwe bi Tirkî didin.
Niha ez bêjim ew kesana ne wêjevanên Kurd in, ne jî Kurd in, dê gelek ji min aciz bibin. Ew kesana ji Kurdî hez nakin. Ji ber ku Tirk wan qebûl nakin, hatine bi me ve zeliqîne, dixwazin me wekî şivanan bo egoyên xwe yên bîjî bajon.
Na, na, naxwazim îcar jî ji babetê dûr bikevim.
Min wê rojê zilamekî 56 sali nas kir. Bi eslê xwe ji Dîlokê ye, malbata wî zû de hatiye Stenbolê. Camêr 9 salî bûye, dema ji welat derketiye. Bi Kurdî nizane. Lê zargotinên zaroktiyê, lîstikên zarokan jibîr nekiriye.
Ey edebiyatvanên Kurd, hûn dikarin wekî zargotinên zaroktiyê berhemên nemir biafirînin? Hûn dikarin wekî gotinên pêşiyên Kurd, bi yek hevokekê bi qasî cîhanekî tiştan bêjin?
Hûn dikarin bi yek bendekê çêja zimanê Kurdî têxin dilan? De kerem bikin, bila sedan sal qurbana berhemên we jî bibin.
De fermo, qet nebe pê derbixin çima xwendevanên Kurd pirtûkên we naxwînin, berhemên we nakirrin.
Hêjano kêmasiyên wêjevanên xelkê jî hebûne. Jack London, Şoloxow, Yesenîn, Rîtsos ûêd jî êş, xizanî yan sirgûn dîtine. Berhemên wisa xweşik afirandine ku dinya wan dikirre.
Heger bazara pirtûkên Kurdî nebe, heger hezkirina kirrîna berhemên Kurdî neketibe dilê me, xetayê we jî heye. Heger hûn elementên zêrîn bi zimanên xwe yên têr polîtîk, mazoşîst xerc bikin, kes dê qîma xwe bi we neyîne.
Li seranserê Bakurê Kurdistanê Şivan, Aram, Şakiro û yên wekî wan tên guhdarîkirin. Xelk hez ji wan dike. Karên xwe baş kirine, xwe dane guhdarîkirin. Hinekan bi siyasetmedarî, hinekan bi şervaniya xwe xwe dane naskirin, hezkirin. We çi kiriye?
Wan çawa kirine ku biser ketine? Helbet berhemên dagirtî, hêsan, balkêş, xweşik biafirînin dê gel ji we jî hez bike. Hûn bikin, hela kê gotiye “Kurd naxwînin”, “Bazara berhemên Kurdî nîne”.
Kê rabe-rûne mêtingeriyê û dagirkeriya Tirkan sedem nîşan bide, ew teral e, bêkêr e. Kê rabe rûne bêje “bêî serbestbûn û perwerdeya Kurdî, şansê berhemên Kurdî nîne” ew ji xwe re li galegalan digere. Îro derfetên xebata ziman û çanda Kurd gelek in û yê li paş jiyanê maye, ronakbîrê Kurd bi xwe ye.
We frekansên dilê gelê xwe winda kirine. Hûn ji dêvla ku lê bigerin, bi frekansên xwe weşanê dikin. Dengê we ji ber wê ye bi xişexiş e.
Edîbên me jî wekî siyasetmedarên me mazoşîst in. Mazoşîzm di nava xwe de, potansiyela sadîzmê jî dihewîne. Mazoşîstê herî mezin, bo xwe sadîstê herî mezin e. Wisa êrîşê xwe dike ku, ûrtê afirandêriya xwe diqelîne. Yek ji sedemên “bi-Kûrdî-nezanîn”a ronakbîrên me jî ev e. Ango sadîzmê li dijî xwe bikartîne, xwe dixe girtîgeha şablonên beredayî. Bi taybetî pirraniya qorên van 30 salên dawiyê têr mazoşîst in.
Filan romannûs, di romana xwe de qaşo behsa bajarê Wanê di dema Terteleya Filehan de dike. Niştecihên Azerî şîrîn-şekir nîşan dide, Kurdan di şexsê Yekîneyên cerdavanên Osmaniyan (bi nezanî Yekîneyên Hemîdiye – Hamidiye Alaylari nivîsiye ku di dema Terteleyê de Hamidiye Alaylari nebûn) de, xwînxwar, hov dide nasandin. Ha jibîr nekim, helbet zimanê romanê Tirkî ye.
Bêvan nivîskar-romannûs behsa psîkotrawmayên şer dike, vedigerîne viya bi netiştbûna, bêdîrokî, bêbingehî û bêşexsiyetiya Kurdan ve girê dide. Gorî wî Kurd beriya 30 salan nebûn, şer ew afirandin û normal e ku tûşî psîkotrawmayan bên. Nezanî, bêbingehî û psîkotrawmayên xwe tîne dike para neteweya Kurd. Ha jibîr nekim, helbet zimanê vî romanvanî han Tirkî ye.
Em gelek giriyan, hîn jî digirîn. Me xwest xelk ji bo me bigirîn. Lê xelkê li îş-karê xwe nêrîn. Xema kesê nebû kû em bindest, bêwelat mane. Nehat bîra me ku welatek me heye lê ji dêvla em lê xwedî derbikevin, ketine serencama hêk-mirîşkê. Me heval û dostên xwe jî tewanbar kir, dilê wan şikest. Me mora xayîntiyê da destên xwe, hawir dor mor kir.
Bi texmîna min Kurdan li wê qonaxa bêhnvedanê derbareyê wêjeya Kurd û wêjevanên wê de, tiştinên wiha axivîn. Dibe ku di gotûbêjan de gelek tiştên din jî hatibin axavtin, nizanim. Bizanibûya ji xwe dinivîsî jî.
21ê tîrmehê 2010
Êlxan Penaber
(NASNAME)