Kultur

Sêyemîn festîvala rewşenbîrî li Duhokê dest pê kir

Duhî di sipêdê sêyemîn vestîvala rewşenbîrî li hola yekitiya nivîskarên Kurd bi amadebûna nûnerê serok Barzanî û nûnerê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û hejmarekaperlemanter û nivîskar û rojnamevanên navxwe û biyanî dest bi karê xwe kir.  Li roja yekê ya vestîvalê hejmareka peyvan hatine xwendin , ji wan peyva serok Barzanî – peyva serokê hikûmeta herêma Kurdistanê – peyva cêgirê serokê perlemanterên Belcîka û peyva herdu yekîtîyên nivîskarên kurd tayê Duhok û Hewlêr hatine xwendin .

Nûnerê serokê Kurdistanê Felekedîn Kakeyî di peyve xweda got : Serok Barzanî giringîyeka zor bi biwarê edebî dide , her wesan amaje bi wê çendê da ku Duhok li pêşya bajêrên dî ye di vekirna vestîvalên rewşembîrî û girêdana peywendîya di gel komelên kurdî yên dervey welat , cêgirê serokê perlemanê Belcîka di peyva xweda daxwaz kir ku pirotokoleka edebî di navbera Belcîka û herêma Kurdistanê da were îmzakirin ji bo bi hêzkirna biwarê edebî di navbera herdu lada.

Balkêş e ?
Close
Back to top button