Polîtîk

Di şerek giran de pêşmerge DAÎŞ paşvexist

Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ragihand ku, îro Hêzên Pêşmerge karîn êrişekî berfireh a terorîstên DAIŞê têk birin ku pir ji hev nêzîk bibûn û bi çekên destan şer dikirin û di encamê de Hêzên Pêşmerge serkeftin bi dest xistin û çekdarên DAIŞê şikenandin.

Piştî şerekî giran li eniya Rebîeyê, ku ew şer gihîştibû asta şerê bi çekên destan, û vê êvarê Hêzên Pêşmerge serkeftin bidest anî û DAIŞ hat şikestin û bi dehan term li şûna xwe hiştin û ketin destê Pêşmerge.

Fermandarê Fermandeya Sipîlkê ya Hêzên Pêşmerge Ebdulrehman Kewrînî ji KDP.info re ragihand: “Seat 7ê sibehê terorîstên DAIŞê li eniya Rebîeyê êrişekî berfireh kirin ser fewca Sipîlke, Hêzên Pêşmerge jî bi qehremanî li pêşiya wan rawestan û şer derdora 3 seatan domand û di encamê de Hêzên Pêşmerge êrişa wan têk birin û serkeftin bi dest anîn.”

Lîwa Ebdulrehman wiha domand: ‘Ew şer pir giran bû, ku li cihna wiha nêzîkî hev bibûn ku bi çekên destan şer dikirin û di wê demê de efserekî Pêşmerge şehîd bû.”

Fermandarê Fermandeya Sipîlkê ya Hêzên Pêşmerge wiha got: “Hêzên Pêşmerge ziyanek mezin gehand çekdarên DAIŞê ku bêtirî 20 terman ketin destê Hêzên Pêşmerge.”

Kewrînî ragihand: “Ji bilî ziyanên canî, 4 otomobîlên hamer û gellek çek û teqemenî jî ketin destê Hêzên Pêşmerge.”

 

Back to top button