Civak

Polisan 1 rakir ciwanan 6 danin

Eve sê rojin polis hewldide Ala Kurdistanê ji avahiya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bînin xwar. Lê berpirs û endamên Tevgerê rê nedan vê yekê.

Îro berê sibehê dema ku kesek li avahiya Komeleyê tuneyî, polis derketin ser banê avahiyê û ala Kurdistanê daxistin.

Piştre endamên komeleyê çûn avahiya komeleyê dewsa yekî gelek alayên Kurdistanê avahiyê ve daliqandin. 

Di vê derbarê de berpirsên Komeleya Ciwanên Kurdistanê dibêjin: Em tu carî Ala rengîn bi îrada xwe ji avahiyê venakin.

Yasayên heyîn çi bike bila bike qet ne xema meye.

Eger polis bi darê zorê Ala Rengin rakin emê cardin deynin. Polis bi vê helwesta xwe rûyê dewletê yê dagiker dide nîşandan.

Delet di qada navnetewî de jî teşhir dibe.

Hinek siyasetmedarên kevin jî ji me daxwaz kirin ku em Ala Kurdistanê ji avahiya xwe rakin, em vê daxwaz û helwesta wan jî şermezar dikin.

Back to top button