Polîtîk

Pirsgirêka Ala Kurdistanê û tevgera ciwana

Eve 3-4 rojin li Diyarbekir polis li himber tevgera ciwanên Kurdistanê di nava pravakasyoneki de ye. Wek din ev dema ku behsa “pêvajoyê“ tê kirin helwesta tund li dijê Ala Kurdistanê balkêşe.

Di derbarê rakirina Ala Kurdistanê de  berpirsek yê Komeleya Ciwanên Kurdistanê Sîdar Parezvan  ji Rojnama Milliyet a Tirki re got: Em mafên kurdan yê netewî diparêzin. Al jî sembola neteweyekiye. Ji bo vê jî em li Ala xwe xwedî derdikevin û avahiya xwe ve dikin.Du komîserên polisan hatin komeleya me û ji mere gotin ku, gelek press li ser me heye ji bo em ala we rakin. Vêca hun vê alê rakin. Me jî di vê derbarê de biryara komiteya xwe ya rêvebir ji bo wan da xuyakirin. Me got wan  em alê ranakin, roja ku me komele avakiriye heta niha ev al daliqandiye. Ewan jî ji mere got ku; cardin bifikirin û çûn.

Lê demeki ku kesek li komeleyê tuneyî 4 polis hatine derketine ser banê avahiyê û benên alê birine û al anine xwar. Ala me birine û çûne. Ev bi serê xwe rtawaneke ku polis an kirî. Bê izin ev kar kirine. Ewa ala me bir ,lê me 6 alên din avahiya xwe ve kir. Em alê ranakin.

Back to top button