Di qonaxa hilbijartinan de helwesta Kurda gelekî girîng e!
Li Tirkiye du aliyên berbiçav peydabûne û siyaseta hilbijartina hemû li gora vê tê dizaynkirin. Aliyek AK Parti, Erdogan û desthilata wî ji aliyek din yên dijê Erdogan û desthilata wî. Niha li Tirkiye di vê çerçoveyê de siyaset li gora xwe hinek norma diafirîne.
Dara Bilek
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê aliyên siyasî ji bo hilbijartinek pêşwezt bi awayekî xwe amade dikin û li gora wê jî tevdigerin. Gotubêja herî berfireh ewe ku dê AK Partî û Erdogan wek desthilat bimîne yan jî ev desthilata ku eve 20 salin berdewam e têkherê. Hemû senaryo di siyasetê de li ser vê yekê tê avakirin. Ev dibe sedemek ku gelek bûyer û rastiya pirsgirêkên heyî ji ber çavan winda dibe.
Di bingehê xwe de dema desthilata Ak partiyê bê nirxandin gerek ji roja AK Parti desthilat wergirtî heta wek îro li gel başî û xirabiyan li gel gavên erênî û ne erênî bi tevahiyekî de desthilata 20 salan bê nirxandin û li gora vê yekê jî, taybetî tevgera Kurd ji aliyekî ve destkeftiyên di vê pêvajoyê de peyda bûyin û herweha tişta ku kurda ji destdayî bi hevre binirxînin. Dema mirov behsa îro bike nabê doh bi temamî ji bîr bike û paş guhê xwe ve bavê je.
Ji sala 2005ê heta sala 2015ê gerek bi awayek berfireh bê şirovekirin. AK Partiyê bi desthilata xwe li Tirkiye dest pêvajoyek nû kir. Li Tirkiye wesayeta leşkerî şkênand û ev di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de cara yekem bû ji aliyê desthilatek siyasi ve hate kirin. AK partiyê li gora xwe destpêkir li gel PKKê rasterast hevdîtin kirin û pêvajoyek bi navê “ Pêvajoya çareseriyê“ kete di nava rojeva siyasî de. Di vê pêvajoyê de çi rûdan çêbûn her kes baş dizane. Lê mixabin ev qonax her demî bi yekalî tê nirxandin.
Di dema desthilata AK partiyê de, li ser zimanê Kurdî qedexeyên heyîn rabûn û kanaleka dewletê de weşana Kurdî hate kirin û heta welk îro jî berdewam e.Pêwendiyên Erdogan li gel herêma başûrê Kurdistanê baweriyek ji bo çareseriya pirsa Kurd gelek kesan re peyda kir. Erdogtan sala 2005ê li Diyarbekir ji bo kiryarên dewletê li himber Kurda bi navê dewletê doza lêborînê kir. Ew cara yekem bû bi navê dewletê behsa “ Pirsgirêka Kurd“ dihat kirin .Erdogan bi navê dewletê li xwe mikur hat. Herweha ew axavtin ji bo “çareseriya pirsa Kurd“ bi awayekî bû wek destpêkekî. Aliyên siyasî li Tirkiye piştî vê axavtinê , Erdogan gelek bi tundî rexne kirin û heta yên wek Devlet Bahçelî ew bi xiyanetê itham kir.
Pêvajoya bi navê “çareseriyê“ sernekeft û dawiyê de helwesta AK Partiyê jî ber bi guhertinekî ve çû. Lê em wek Kurd dema têkçûna vê pêvajoyê binirxînin çewe bi hesanî dewletê rexne dikin , divê bi dilfirehiyekî û bi awayek objektif bikaribin PKKê û aliyên girêdayê PKKê jî bi wêrekî rexne bikin. Li Tirkiye aliyên siyasî piranî çareseriya Pirsa Kurd PKKê ve girê didin û bi vî awayî Kurda û çareseriya pirsa Kurd dinirxînin. Her aliyek dema behsa pirsa Kurd dike li gora xwe navnîşanekî dide xûyakirin.
Pêvajoya navbera salên 2010 û 2015ê gelekî giring e, taybetî sala 2013ê weseyeta leşkerî bi temamî têkçû û Ak partiyê li gora xwe dest avakirina Tirkiyek nû û vûyekêve girêdayî guhertina sistema heyî kir babetê gotubêje. Ji aliyek din ve sala 2013ê li Newroza Diyarbekirê nameya Ocalan ji bo PKKê û HDPê jî bû destpêka pêvajoyek nû. Ev pêvajo heta 28ê Sibata 2015ê civîna li Qesra Dolmabahçe berdewam kir.Lê piştî vê pêvajo berbi têkçûnê ve çû. Di vê demê de pêvajoya siyaseta Xendeka destpêkir û her tişt têkçû. Gelek bajar û navçe li bakurê Kurdistanê wêran bûn, bi dehê hezaran kes ji malên xwe bi cih hiştin bar kirin, bi hezaran ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest da. Lê mixabin berpirsên Qendil ev yek wek serkeftinek dîrokî didan nasandin.
Piştî vê pêvajoyê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelek tiş hatin guhertin. Hêdî AK Partiyê jî ji bo desthilatiya xwe bi hêztir bike, siyasetek yekali rêvebir , taybetî piştê teşebûsa kotahiya 15 Temuza 2016ê ya cemaeta Gulen Tirkiye û Erdogan bi temamî ber bi pêvajoyek nû ve çû. Ji xwe niha rewşa heyî gelek vekirî li holê ye.
Li Tirkiye du aliyên berbiçav peydabûne û siyaseta hilbijartina hemû li gora vê tê dizaynkirin. Aliyek AK Parti, Erdogan û desthilata wî ji aliyek din yên dijê Erdogan û desthilata wî. Niha li Tirkiye di vê çerçoveyê de siyaset li gora xwe hinek norma diafirîne.
AK Parti û Erdogan ji bo desthilata xwe berdewam bike xwe avêt bextê MHPê û Bahçelî, siyaseta derve û ya çewt û siyaseta tenê ji bo hêzkirina desthilatê rewşa Tirkye gelek ne xweş kir. Bihabûnek mezin çûbû, qimetê pereyên Tirkiye roj bi roj dadikeve, Ev yek wek windakirina desthilata Erdogan tê nirxandin.
Piştê hevaltiya Erdogan û Bahçelî, Erdogan êrîşê her kesekî û her derî kir. Destpêkir bi çavê MHPê behsa pirsa Kurd kir. Li gora wî pirsa Kurd nemaye û hertişt çareser bûye. Lê Erdogan bi xwe jî li van gotinên xwe ne bawer e. Ji ber ku her gotina ku îro Erdogan dike di bingehê xwe de tekzîba gotinên wî yê berê ne.
Di vê qonaxa ku behsa hilbijartinên pêşwext tê kirin, Kurd çi dikin? Ji aliyê Kurdan ve rewşa heyî qet ne zelal e. Kurd jî xwe bi awayekî di eniya li dijê desthilata AK partiyê de dibînin. Lê ew ali jî Kurda qebûl nake . Ji xwe di vê pêvajoyê de pirsa kurd û gotubêjin ji bo pirsa Kurd têne kirin, tenê wek malzemeyeka hilbijartina ye.
Yanî ji bo HDPê siyaseta Kurd û Kurdistanîyê ne di rojevê de ye .
Gelek aliyên din ku bi navê kurda tevdigerin, wek hilbijartinên şeredariya çave xwe berdane ku, HDP parlementerekî bide wan û hemû senaryo li gora vê bi rêve diçin.
Ji aliyek din ve Kurdên xwe li ser xeteka netewî dibînin û li gora vê siyasetê dikin, gerek bi zelalî dîtinên xwe di derbarê siyaseta HDPê de bêjin. Eger bikevin di nava Tifaqa HDPê de û dilxwaziyek wan bi vî awayî hebe ,bila vekirî vê yekê bikin. Niha Tifaqek a HDP serkêçiyê dike heye. Pirs eweku dê aliyên kurd ku ne di nava Tifaqa HDPê de ne, dê çi bikin?
Gerek Kurdên ji derê Tifaqa ku HDP serkêşiyê dike, bikaribin bi nirxên netewî û li bingehek ku pirsa Kurd bidin pêş platformekî pêkbînin. Gerek Kurd di platformek netewî de werin bahev û siyasetek Kurdî û Kurdistanî bi rêve bibin. Eger ev yek nebê, dê cardin berjewendiyên kesayetî derkevin pêş û li gora wê jî tevger bê kirin.
13.12.2021