Çend roje balefirên şer ên Tirkiyê sînorên Şingalê bombebaran dike û çend rojek berî naha jî rêveberekî PKKê yê li wî sînorî hate kuştin. Qaymeqamê Şingalê jî aşkera dike, guman heye, PKK bixwe zanyariyên derbarê rêveberên xwe de dide Tirkiyê.
Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em rewşa Şingalê xirab dizanin û siyaseta şikestxwarî ya hikûmeta Iraqê jî berpirse ji xirabiya rewşa Şingalê. Ji ber wan Şingal kiriye bajarekî taybet ê xwe û tenê êzdî ziyanê dibînin.’’
Berî naha jî fermandareke din ê PKKê yê bi navê Zerdeşt Şingalê di xaniyeke Xanesorê de ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyê ve bû armanca êrîşê.
Mehma Xelîl got: ‘’Di encamê de her êzdî tên kuştin û guman heye PKK bixwe zanyariyan dide wan û divê êzdî agahdarê wê planê bin. Ji ber di nav mal û taxan de Tirkiye çawa dizane rêveberên PKKê li kuderê ne. Eger PKKê bixwe zanyarî nedabin, kî daye? ji ber wê jî guman heye ew tişt her ji aliyê wan ve pêktê.’’
Qaymeqamê qeza Şingalê ragehand: Ji ber siyaseta xirab a PKKê û topbaranên Tirkiyê, bi salane kurdên êzdî qurbaniyan didin û li ser mal û halên xwe koçber bûne. Jiyana xwe di bin çadir û konên kampan de birêve dibin.’’