PolîtîkRojev

Mala Êzidiyan kiryarên PKKê li Şingalê şermezar dike

Mala Êzidiyan di derbarê kiryarên PKKê li Şingalê daxûyaniyek ragihand. Di daxûyaniyê de kiryarên PKKê yên li Şingalê û biryara nehiştina dewama karmendên hukumeta Bexdayê şermezar kir.

Serokê Mala Êzidiyan Qolo Evdo di daxuyaniyekê de rexne li biryara îdareya ser bi PKKê ve red kir û ragihand, “Em wek Mala Êzidiyan, biryara wê îdareyê red dikin ku xizmeta herêmê nake û aliyeke siyasî ya nerewa û neqanûnî derketiye û desthilatdariya wê di vê derbarê de tune ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em weke serok û endamên Mala Êzidiyan a li Şengalê ku nûnertiya cemaweriya pêkhateya Êzidî dike, em hemû bi qanûn û bi sîstema giştî ya dewletê re ne, ji bo parastina ewlekarî, aramî û aştiyê li welatê me yê birîndar, Iraqa mezin û bi taybetî Şingala wêrankirî.”

“Desteya Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şingalê” ya ser bi PKKê ve, îro biryara girtina dezgehên hikûmî û nehikûmî heta fermaneke din derxist, piştre jî li herêmê alozî derket.

Herwiha endamên Partîya Karkerên Kurdistanê molotof avêtin ser artêşa Îraqê û agir bi hummereke serbazî xist û leşkerek birîndar kir. Peyamnêrê me jî diyar kir ku di aloziyan de keçek jî birîndar bûye.

Back to top button