Nivîsar

Di mişextiyê de mirin

 Roj berbas nabe agahîyek, xeberek reş negihê me û dilê me cegera me qul qulneke  û  neşewitîne! Welatparêz, rewşenbîr yeko yeko di mirin û meytê wan tê welat ! Mişextî bûye qedera Kurda ! Bûye bextê Kurda ! Ji ber zordarî û bê dadîyê mirov ji welatê xwe koçber bibe biçe û bi hesreta welat jîyana mirov serobino be, paşê jî mirov  jîyana xwe ji dest bide meyîtê mirov bînin welat ! Çiqas zor e, çi êş û janeke mezin e. Li rûyê cîhanê war nema ku Kurdên sirgûn lê tunebin. Tu kes bi destûra xwe welatê xwe naterikînê û naçe, bêguman ji mecbûrîyê  di terikîne. Mişextî wek sêwîyên bê kes li ber dîwara ye, ev  rewşeke bêhêvîyî ye.

Belê li hemû dewletên cîhanê kesên dijber mişextîyê di nasin lê bi qasî mişextîyên Kurd bê kes nînin. Dewletekî dost Kurd xwe bi  bispêrinê tune. Penaberî ya wan di nav xizanî û belengazîyê de dom dike. Jîyana wan tarî dibe, derûnîya wan xirab dike. Diyax kirina şert û mercên mişextîyê ne karê her kesekî ye, gelek zehmete. Mirov bê riza xwe ji xaka xwe bê qetandin, ka mirovê çawa diyax bike ! Ji ber wê ye penaberên Kurd hîna di cîwanîya xwe de dibin xwedîyê êş û derda û nexweşî peyda dibin. Nexweşî temenê mirov kin dikin, jîyan  bi dawî dibe. Gelek rewşenbîrên Kurd tam wextê wê ji doza xwe re, ji gelê xwe re xizmetê bikin bi vî awayî jîyana xwe bi dest didin. Xetera mirinê her dem bi mişextîyan re wek hevalekê nehezkirî bi rê de ye.

Kesanîyên dijber, xwedî rûmet, zana, jîrek wisa zû  bi hêsanî çênabin û nayên wê astê.  Gelek caran ev mişextîyên Kurd derfet nabînin vegerin welat û li xerîbîyê winda dibin, tune dibin. Ev jî ji bo gelê Kurd windakirinekî mezine, bê serî bê rêbaz di mîne. Ji Misrê bigrin heta Qirxizîstanê, heta Ewropa  li her derî gora van rewşenbîrên Kurda hene. Zemanê berê wek îro derfetên têkilîye û pêwendîyê tunebûn ku hevûdu winda nekin. Li ser sirgûnî û mişextîyê gelek stran û klam hatine gotin. Xerîbî bûye wek girtîgehekî ji bo mişextîyan. Wek çûka ji refê xwe qetyayî bi tenê mane, ev jîyanekî dijware.

Heçê kesê dest avêtibe doza Kurd û Kurdistanê yan di zîndanê de rizandine, yan jî rêya mişextîyê tenê jê re maye. Ev rewş li Rojava, li Bakur, li Başûr  jî ferq nekirîye, dewleta Tirk, Ereb û Faris bi tundî li ser rewşenbîr û rêbazên Kurda zordestî kirîne. Ji ber bandor û zordarîya rejîmên faşist bûne penaber, wek çareserîyek hatibe dîtin jî jîyanek bi êş û jane mişextî. Bê heval û hogir bi tenêtî bûne xwedîyê derd û kulên bêderman mixabin. Jîyanên ku li xerîbîyan tarî dibin, ji gel re jî dibe xemgînîyekî giran. Gelek welatparêz û rewşenbîrên Kurd, navdarên Kurd bi sedema mişextîyê li welatên xerîb jîyana xwe ji dest dan. Gelek Kurdên diasporayê nasnameya xwe, zimanê xwe winda kirin di nav miletên din de helîyan tune bûn. Sedema koçberîya Kurdên diasporayê jî sîyasî, aborî û civakî bû. Tu Kurdekî  ji rehetîyê welatê xwe neterikandîye û koçber nebûye.

Li Turkîyê deh sala carek derbeyên leşkerî hatin kirin. Derbeya 27 Gulanê 1960î, ya12 Adarê 1970ê, ya 12 Îlonê 1980ê li ser gelê Kurd û li ser pêşengên Kurda zordestî kir, ji ber wî gelek kes revîyan çûn bûn penaber. Derhênerekî wek Yilmaz Guneyî bi eslê xwe Kurd li Fransayê jîyana xwe ji dest da! Hunermendekî wek  Ehmed Kayayî jî li Fransayê mir! Nivîskar Mihemed Uzunî jî  li Sêwêdê bû xwedî êş û nexweşîya penceşêrê hat li Dîyarbekirê mir! Rewşenbîr Mehmûd Baksî û  van rojên nêzîk jî Selîm Bakacî (Yilmaz) jî di nav van mirinên mişextîyê de cîh girtin mixabin.

Gelo  ev mişextî  wê kengê pêsîra Kurda berde û wê heta ku penaberên Kurd li xerîbîyê bikevin rêwîtîya dawî ?!  Divê em deng li raya giştî bikin ji bo Kurdên penaber karibin  azad vegerin welatê xwe. Mafê her kesekî ye li ser xaka xwe azad bijî. Heke em ji bo vegera wan mişextîyan netêkoşin wê carê meytê yekî were û  wê me jî bi xwe re bikuje !…    17 Tîrmeh 12

Tevger Çekdar

Back to top button