Cîhan

Li Humusê 6 hezar girtî hatin berdan

Tê ragihandin ku, li Suriyê, Artêşa Suriya Azad, li paytext Şamê gellek qereqol xistine bin qontrola xwe. Piştî êrîşa muxalifan a li hemberî avahiya ewlehiyê a 18ê Tirmehê, li Suriyê di navbera hêzên ewlekariya rejîma Baas û Artêşa Suriya Azad de şer û pevçûn dijwartir bû. Her roj, bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin û gengeşiya li welatê Suriyê her diçe zêde dibe.

Îro jî, ji aliyê muxalifan ve hatiy ragihandin ku, li bajarê Humusê, Artêşa Suriya Azad, girtîgeha Humusê xistiye bin qontrola xwe û nêzika 6 hezar girtî berdane. Rayedarên muxalifan îdia dikin ku, wana ji sedî 60, qontrola Suriyê girtine destê xwe. 

Hêzên muxalif, êrîşên li dijî qereqol û saziyên rejîma Baasê, tomar dikin û dûra jî li ser malperên parvekirinê yên civakî yên înternetê diweşînin. 

 

Back to top button