Civak

Bila Talebanî peyameke sersaxiyê bo Beşar Esed jî amade bike

Xwepêşnderên bajarê Amuda rojavayê Kurdistanê daxwazê ji Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dikin ku, peyameke sersaxiyê ji bo Beşar Esed jî made bike. 

Li gor wan drûşmên, duhî roja îniyê, xwepêşanmderan li bajarê Amudê bilind kirîn, sozê didin Celal Talebanî ku dê di meke nêzîk de nûçeya kuştina Beşar Esed bigihînin wî û bila her ji nuha Talebanî peyameke sersaxiyê ji bo kuştina Beşar Sedê serokomarê Suriyeyê jî amade bike.

Weke tê zanîn dema zavayê Beşar Esed, Asif Şewket di teqînekê de li Şamê hatiye kuştin, Celal Talebnî peyameke sersaxiyê ji xûşka Beşar Esed û malbata wî re şand. Talebanî di peyama xwe de gotibû ku, ew ji ber kuştina Asif Şewketê cîgirê serokerkanê arteşa Suriyeyê xemgîn e.

Xwepêşnaderên bajarê Amudê jî weke bersivek bo Talebanî, duhî roja îniyê, di xwepêşandanê de pilakat  û dirûşmên jêr navê (bila Talebanî peyameke sersaxiyê bo Beşar Esed jî amade bike) bilindkiribûn.

 

https://rojevakurd.com/civak/10737-Taleban-peyameke-sersaxiy-malbata-Esed-and.html

Back to top button