Li Rojava ala Kurdistanê tê bilindkirin
Li Rojavayê Kurdistanê hêzên rejima Suriye hêdî hêdî xwe ji hinek deverên Kurdistanê dide aliyekî û rêvebiriya wan bajar û deveran dikeve destê kurdan de. Heta niha tirsek mezin hebû ku, li Rojava Kurdistanê piştî hukumet xwe bide aliyekî dê di nav kurdan bi xwe de hinek alozî derkevin û ihtimala ku kurd bi xwe şerê hevûdin bikin gelek bû.
Lê piştî serokê Kurdistanê Mesud Barzanî însyîyatîf danî û kurd hemû anîn bahev û yekitiyek di nav Kurdên Kurdistana Rojava de peyda bû, ihtimala ku kurd şerê hev bikin gelekî kêm bû. Vê yekêjî dilê kurda rehet kir.
Piştî azadbûna yekemîn bajarê rojavayê Kurdistanê, biryar hat dayîn ku serkirdayetiya hevbeş ji bo rêvebirina bajêr bê pêkanîn.
Berpirsê ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nurî Birîmo ji Rûdawê re got: “Li gor Peymana Hewlêrê Encûmenên Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistan wê bi hev re bajarê Kobanê bi rêve bibin. Ji bo vê armancê serkirdayetiyekî hevbeş ji herdu encûmenan pêkhatiye û wê bajêr bi rêve bibin.”
Nûrî Birîmo derbarê azadkirina bajarên din ên rojavayê Kurdistanê de jî got: “Heta niha tenê Kobanê hatiye rizgarkirin û rejîmê bi tevahî hêzên xwe yên ewlekariyê ji wî bajarî vekişandine. Bûyera Kobanê pîroz û giringe, wê bibe sedemê dest pê kirina azadbûna tevayî bajarên din ê rojavayê Kurdistanê.”
Li gor gotina nûnerê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Elî Şemdîn, deshilata rejîma Esed li rojavayê Kurdistanê lewaz bûye û got: “Rejîma Esed kontrola hinek navçeyên rojavayê Kurdistanê ji dest daye û deshilat ber bi lewazbûnê ve diçe. Ger rewş bi vî awayî biçe, emê hemû navçeyên Kurdistanê azad bikin û wê ji bin deshilata rejîmê bên derxistin.”
Egera wê yekê heye ku rakirina ala Kurdistanê li navçeyên azadkirî yên rojavayê Kurdistanê yek ji wan pirsgirêkan be ENKS û ERGK ku nêzî PKKê ye rû bi rûyê hev bibin.
Berpirsê ragihandina El-Partî Nûrî Birîmo di vê derbarê de got: “Me berî azadkirina Kobanê, li gor peymana Hewlêrê ev pirsgirêk çareser kirine û wê tenê ala Kurdistanê bi awayekî fermî bê hildan.”
Birîmo di berdewama axaftinên xwe de got: “Em hêvîdarin ku hemû hêzên kurdî li gor peymana Hewlêrê tevbigerin, lê ger hat û aliyekê ew peyman binpê kir, wê li beramberî her bûyerekî nexweş berpirs be.”
Birîmo tekez li ser giringiya yekrêzî û hevgirtina hêzên kurdî kir û got: “PKK bi tenê nikare rojavayê Kurdistanê bi rêve bibe. Ji bilî yekrêziyê ti riyek nemaye û em tenê bi yekrêziyê dikarin bigihin armancên xwe.”
Duh hêzên rejîma Esed ji bajarê Kobanê vekêşan û komîteyên parastina gel kontrola bajêr xistin di destê xwe de.
Bajarê Kobanê girêdayî parêzgeha Helebê ye û ligel bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê hevsînore.