Polîtîk

Di biratiya Diyaneta Tirkiyê de Kurdî tine

Kovara Diyanetê, her miletek bi zimanê wan slav kir lê tenê Kurd û Kurdî tine hesiband. Kovara Diyaneta Tirkiyê a ku mehê carê derdikeve, di hejmara xwe a meha Tirmehê de, bi sernivîsa “Banga ewlehî û aramiyê / Slav” derket. Di kovarê de, ji zimanên Baskiyan bigire heta zimanê katalana, ji Latînî bigire heta zimanê lehî, bi zimanê her miletekî, slav kir lê, “slav”a Kurdî cih negirt.

Tenê diyaneta ku qala misilmantiyê, dîn û îmanê dike, biratiya gelê Kurd yên misilman nedît. Diyaneta ku xwe  temsîldarê her misilmanekî dibîne, ku temsîliyeta îslamiyetê dike, fermana Xwedê nabîne. Di Qurana pîroz de tê gotin,” Min her miletek, qewmek cuda cuda afirand ku, hevdu nasbikin û ji hevdu re rêzê bigirin.” 

Diyanetê, ji Kurdî re û ji zêdetirî 20 mîlyon Kurdên misilman ên li Tirkiyê dijîn re ne rêzê digire ne jî Kurda û zimanê wan nasdike. 

Back to top button