Polîtîk

Bajarê Amûdê jî rizgar e

Piştî rizgarbûna Kobanî, îro jî bajarê Kurdistana Rojava Amûdê, ji destên rejîma Esad derketiye û azadiya xwe îlan kiriye.

Hat ragihandin ku rêvebiriya bajarê Amudê, ketiye destên Yekîneyên Parastina Gel (PYG). 

Gelê Amudê daketiye kolanan û ev roja pîroz, bi meş û kêfxweşî pêroz kiriye.

Xelkê Amudê, bi meşa girseyî, sloganên YPGê avêtine û ala rengîn bilind kirine. 

Back to top button