Li Rojava kurd ber bi azadiyê ve diçin(Vîdeo)

Li Kurdistana Rojava gav bi gav desthiltadariya kurdan cih bi cih dibe. Hêzên rejimê xwe ji Kurdistanê didin aliyekî û desthilatdariya deverên Kurdistanê dikeve di destê kurdan de. Hevkariya di navbera ENKS û PYD de pêkhatî li gora li hevhatina Hewlêr bi hevre kar dikin. Carcaran di hinek cihan de aloziyên biçûk jî derkevin holê têne çareserkirin.
Wek tên zanin bi hezaran lawên kurd ji Kurdistana Rojava berê xwe dabûn Kurdistana Başûr. Di kampên leşkerî de perwerda pêşmergetiyê dîtin û hêdî amadene ku dema pêwist li Rojava welat û hevwelatiyên xwe biparêzin.
Ew pêşmergeyên Kurdistana Rojava li Tixûbê Başûr de derbasî Kurdistana Rojava bûn.
Tişta ku balkêş ew bê çekbûn. Dixweyê ev jî siyasetek bi taybete.
Ciwanên kurd cil û bergên pêşmergeyan li ber xwe kirîbûn ala Kurdistanê li ser milê wan bû. Lê di destê wan de çek tunebûn. Ev yek bi awayek hate nirxandin ku dema pêwist dê li Rojava dest bavêjin çekên xwe jî.
Herweha dîmenek belav bû . Kurdan li bajarê Qamişlo li ser avahiya bajarvaniyê ala Kurdistanê bilind kirin.