Polîtîk

Tirkiyê navê Cegerxwîn "derehlaqî" hesibandiye

Dadgehên Tirkiyê biryareke wek skandal girt. 1.Dadgeha Îdarî, bi hinceta, navên ku hatine bikaranîn derehlaqî ne û di alfabe û ferhenga saziya zimanê tirk (TDK) de cih nagire, navê 19 parq û navê  Navenda Çand û Hunera Ciwanan a Cegerxwîn hatiye qedexekirin. 

Navenda Çand û Hunera Ciwanan a Cegerxwîn, 4 sala berê, ji aliyê Şaredariya Kayapinara ku navçeya navendî a Amedê ye, hatibû vekirin. Heta roja îro, bi hezaran jin û keç û xort û mêr, li navendê perwerdehiyên wek muzîk, şano, sînema, qursên compitorê dîtine. Li bajarê Amedê, ji bo ciwanan, Navenda Çand û Hunera Ciwanan a Cegerxwîn, navnîşaneke herî ku xort diçin û li wira demên xwe bi awakî têr û tije derbas dikin e. 

Xeynî Navenda Çand û Hunera Ciwanan a Cegerxwîn, navê ev der û parqan jî hatine qedexekirin: Parqa Zembilfiroş, Parqa 33 Kurşun, Parqa Derwişî Ewdî, Parqa Nefel, Parqa Daraşîn, Parqa Bêzarı, Parqa Ciwan, Parqa Sosin, Parqa Jiyanan Azad, Parqa Aşîtiyê, Parqa Yekê Gûlanê, Parqa Beybun, Parqa Şilan, Parqa Roşna, Parqa Rojbîn, Parqa Rojda, Parqa Berfin, Parqa Gulistan û Parqa Roşan.

Li heman welatî, kanala ku bi zimanê Kurdî weşanê dike TRT6, bi navê “Ciwanî” bernameya çêdike û li ser ekranê dinivîse lê ji bo navê parqê derehlaqî dibîne. Gelo ev ji nakokiye?

Û navê Cegerxwîn. Helbestvanê nemir û bi nav û deng, navê wî, ji aliyê têgeheke kevneperest û nijatperest ve tê qedexekirin. Diyaneta ku qala dîn û îmanê dike,slava Kurdî jî nade ser lêva û dadgeh û dezgehên dewletê jî nav î navê nirxên Kurdan, li gorî xwe nabînin û qedexedikin û radikin. 

 

 

 

Back to top button