Nivîsar

Rojavayê Kurdistanê gav bi gav

Li Suriye rewşa rejimê roj bi roj aloz dibe û hêdî di cîhanê de jî çûyina rejimê bi dengek bilind tê gotin. Dûr nêzik hêdî em rejima Esad têkdiçe. Îro pirsa mezin ewe ku dema rejima Esed bê ruxandin dê bedîl çibe û rewşa Suriye gelemperî dê çewebê û statuya kurdan û Kurdistana Rojava dî bibe çi.

Dema rejima Esed bê ruxandin,li Suriye ENS destdatîne ser desthilatê û wan ve girêdayî dê Artêşa Azad a Suriye berpirsiyariya asayişa Suriye bide ser mile xwe. Piştî vê pêvajoyek nû û herî zehmet ji bo pêşeroja Suriye destpê dike.

Heta niha Rewşa Kurdên Rojava bi zelî nayê zanîn. Kurdên Rojava di nav xwe de bi rêxistinin. Du eniyên siyasî pêkhatine û van herdu eniyan jî di nav xwe de li Hewlêr çavderiya serokê Kurdistanê de peyamek hevbeş îmze kirine û heta niha li gora wê jî kar dikin.

Lê di rastiya xwe de tişta ku îro dixweyê hîmên vê li hevhatinê ne gelekî saxlemin. Bê goman ne saxlembûna hîmên vê li hevhatinê bivê nevê tirsekî dike di nav kurdan û her tim dikare şerek nevxwe çêbibe. Ji bo Kurdistana Rojava malxirabiya herî mezin jî ev e.

Lê eger desthilatdariya Kurdistana Başûr rolê xwe baş bileyze û di hinek pirsan de giraniya xwe deynê holê û radikal tir biryarên xwe biçepsînê dê ihtimala şerekî navxwe li Rojava kêm bibe heta ji holê jî rabe.

Ji aliyek din heta niha dema rejima Esed biruxe di rewşa Kurdan û statukuya wan çibe , ne diyare. Yanî heta niha tu li hevhatinên ku bibe bingehê statukoya kurdan di nava tevgera kurd û ENS de pêknehatiye. Bivê nevê ev yek şikekî peyda dike ku, gelo dê sibe  kurd û ENS çewe li hev bikin û eger daxwaziyên kurdan pêknewin dê rewş çewebe.

Niha rewşek defakto derketiye holê. Hêzên rejimê biçar dibin û xwe ji bajarên Kurdistana Rojava didin aliyekî. Di navbera kurdan û hêzên rejimê de li van bajarokên Kurdistanê de tu şerên mezin derneketine. Li hinek deveran li cihan şerê çebûbê jî, ev ne bingehe ku bi encama şerek de rejimê xwe daye aliyekî.

Ji xwe rejim bêçar maye û berbi ruxandinê ve diçe. Lê piştî herêma kurd ji aliyê rejimê ve bê vale kirin dê kurd çi bikin. Dixweyê heta niha peymana hewlêr wek bingeh rolê xwe dileyzê.

Hêvî ewe ku peymana Hewlêr di navbera Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) bibe bingeh. Herweha pêwiste ku ev herdu hêz di zûtirîn dem de komiteyek bala ji bo reveberiya bajarên ku rejimlê namîne bite avakirin.

Heta niha destkevtina herî mezin ji bo Kurdistana Suriye ewe ku, bê ku şerên mezin li Kurdistanê çebibe û bê ku bi hezaran kurd werin kuştin, Kurdistan talan bibe û valê bibe gihatiye vê rewşê.

Bêgoman ev yek jî encama siyasetek serkeftî û zanyariye. Herweha rewşa herêmê û taybetmendiyên suriye jî rola xwe di  vê rewşê de heye.

Hêvî ewe ku Li Kurdistana Suriye daxwazin tevgera kurd pêkwerin û kurd bê ku zererên mezin bibînin bighin mafên xwe yên rewa.

22.07.2012

Dara Bilek

Back to top button