Polîtîk

Helebce dibe wîlayetek serbixwe

Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdisdtanê, di civînekê de digle heyeteke bajarê Helebceyê got ku, ya ku ji destl hikûmetê bihêt dê ji bo bajarê Helebceyê xizmetê bike.

Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja 21.07.2012ê pêşwazî li heyeteke bajarê Helebceyê kir û di dîdarekêde daxwaz û dawakariyên xelkê bajêr û pirpjeyên xizmetgozarî û avadankirinê yên pêwîst ku, di asta qurbanî û wêrankariya deverê bin, bo devera Helebceyê hatin gotûbêj kirin.
Cîgirê serokê hikûmetê di axavtinekê de got:

– Helebceyê taybetmendiya xwe heye. Di demeke nêzîk de hevrê digel heyeteka bala a hikûmeta herêma Kurdistanê serdana devera helebceyê dikîn. Daku ji nêzîk haydarî çewaniya birêveçûna pirosesa avadakiirn û pirojeyên xizmetgozariyên wê deverê bibîn.

– Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê budceyeke taybet bi Helebce û derdûra wê berdest kiriye. Tevî wan pirojeyên serdema kabîneya berê bi vê herêmê hatine kirin, dê îsal jî hijmareke din a pirojeyên xizmetgozarî di hemû waran de bên cîbicîkirin.

Ehmed got jî kul i gor bernameya hikûmeta herêma Kurdistanê, wezîrên hikûmetê berdewam serdana hemû deveran dikin daku, ji nêzîk haydarî pêdawîstiyên hemû deverên herêma Kurdistanê bibin.

Li dor pêkanîna îdareyeke serbixwe li devera Helebceyê, Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, reşnivîsa qanûna pêkanîna îdareyeke serbixwe, ji bo pesindkirinê, ji bo parlamentoyê hatiye şandin. Wê reşnivîsa qanûnê de sînorên îdarî, desthilat û budce hatine diyar kirin:

– Herwesa hikûmet dixebite ku, Helebce bibe wîlayeteke serbixwe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button