Hêzên pêşmerge daxilî axa Suryê nebûne

Wezareta pêşmerge a hikûmeta herêma kurdistanê di daxuyaniyekê de ew nûçe hemû yên ku di van çend rojan de hatîne weşandin qaşo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ji herêma Kurdistanê ber bi rojavayê Kuristanê çûye û daxilî axa Suryeyê bûye red kirin û got ku ti esas û rastî ji bo wan nûçeyan nîne.
Enwer Hacî Osman vîgirê wezîrê pêşmerge yê herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, pêşmergeyê Kurdistanê li deverên sînorê digel Suriyeyê li Xabûr û Zimar heye û karê xweyê rojane yê asayî berdewam dikin:
– Ew vîdio û nûçeyên di kanalên ragehandinê de hatine weşandin ku, hikûmet herêma Kurdistanê pêşmerge şandiye bajarê Qamîşlo li Kurdistana Suriyê, ji rastiyê dûr in. Hêzên pêşmerge bi ti awayî sînor derbas nekiriye û daxilî nav axa Suryeyê nebûye.
– Ev du sale indek hêzên me li ser sênorê navbera me û Suryeyê, li Xabûr û Zmar hene, lê ew hêzn pêşmerge dewama xwe ya rojane bi awayekî asayê dewam dikin û ji cîyên xwe nelivîn e.
Ew tirs û gefên li ser jiyana kurdên rojavayê Kurdistanê hene, cîgirê wezîrê pêşmerge got ku heta nuha ti hêz ji bona parastina hevwelatiyên kurd li rojavayê Kurdistanê nehatiye şandin, biryara hinartina hêza pêşmer ge bo parastina kurdên rojava di destê serokatiya siyasîya Kurdistanê û serokatiya herêma Kurdistanê de ye.
Weke tê zanîn di gelek kanalên mediyayê de îdiya dihat kirin ku, hêzên pêşmerge daxilî nav axa rojavayê Kurdistanê (Suryeyê) bûne.