Roj Baskettt!
Rastiyên jiyanê pirr caran tirş û tal in. Car caran ji rastiyan dûrketin û xwe di nav xeyalên cuda de dîtin, ji bo her mirovî pencereyên nû ji jiyanê re vedike. Mirov pirr caran ji rastiyan eciz dibe û dixwaze xwe bispêre xewn û xeyalan û li ew derana ji xwe re cîhaneke nû ava bike. Heta deraxekî xwe li wira egle bike û xwe bixapîne. Belê xwe bixapîne. Ji bo zêdetir rastiyê bibîne, car caran xwe xapandin jî pêdiviyek e. Huner jî di xwe xapandin û ji xwe dûrketinê ma dernakeve? Ger Picasso her tim tiştên ku çav didît xêzbikira, ti huner nedihate afirandin. Jixwe wê demê jî me jîrekekî wek Picasso nasnedikir. Wek her hunermendekî radîkal, yê ku hunera baştir û cudatir diafirîne, xeyalên ku ne pêkan e pêk were ne.
Roj, ma pêkan e ku tu karibî bi destan bikirî? ne pêkan e lê me ew tişta kir. Ji sûret de diyar e ku me roj girtiye nav du destên xwe.
Mirovek ma kare wek gogekê rojê bigire û bavêje boteya basketê? ew jî ne pêkan e. Lewra me roj wek gogekê da destê mirovekî û jêre got, de kerema xwe basketeke 3 puanî bavêje.
Mirov em neşkandin û roj girt û avête boteya basketê.
Wek hûn dibînin, roj basket û 3 puan.
Rastiyên jiyanê pirr caran tirş û tal in. Di rastiya jiyanê de roj her tim dişewitîne, lê me ew bi xeyalên xwe sar kir.
Bila em ji bîr nekin, ji me xurttir her hêz kare rastiyên me asteng bike, lê ti hêz nikare xeyalên me ji me bigre.